MLKP: Şervan Karadenîz li Rojava bû şehîd

Komîteya Navendî ya MLKP’ê, da xuyakirin ku endamê partiyê Şervan Karadenîz (Osman Nûrî Ocakli) di êrîşa hewayî de li Rojava bûye şehîd.

Komîteya Navendî ya MLKP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: ‘’Hevrê Şervan Karadenîz (Osman Nûrî Ocakli) 12’ê Hezîrana 2023’yan li Rojava bû şehîd. Mêtingeriya faşîst hevrê Osman bi êrîşeke hewayî qetil kir.’’

Daxuyanî bi berdewamî wiha ye: ‘’Navendên faşîst bi piştî êrîş bi nûçeyên bi medyaya Qesrê dan çêkirin, kîna xwe ya li hemberê şervanê komunîst ewladê egîd ê Lazan ku nûnertiya rûmeta kedkarên Rîzeyê dike nîşan da, qetlîam pîroz kir. Em ji wan re dibêjin ku: hûn çi jî bikin, wê ji nava dilê Behra Reş Osman Nûriyên nû derbikevin û rejîma şefîtiya faşîst pê biqehire; di şer û birêxistinbûna şoreşê de wê MLKP her berdewam bibe.’’

MLKP’ê diyar kir ku bi Şervan Karadenîz bi mîrateyeke bi şerê şoreşgerî ya bi 35 salan ji bo gel hiştiye û da zanîn ku Karadenîz ji malbateke ji gundî ya Laz e; 5’ê Îlona sala 1966’an li Findikliya Rîzeyê çê bûye. 

Li gor daxuyaniyê, Karadenîz di lîseyê de gihîştiye têkoşîna bi şoreşgerî, sala 1983’yan ku çûye Amedê bi têkoşîna Kurdan re yekcar hevnas bûye. 

Piştî 10 salan ku girtî maye, sala 2013’an azad bûye û xwe daye ber erka parastinê li Rojava.