Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bêdengiya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û bandora şerê Îran-Îsraîlê ya li ser pêvajoyê ji ANF’ê re nirxandin.
Şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî diyar kirin ku dema guh bidin banga Rêber Apo wê ne tenê Tirkiye her wiha tevahiya Rojhilata Navîn sûdê jê werbigire.
Helîm Îşek nerazîbûn nîşanî bêdengiya Erdogan a li pêşberî pêvajoyê da û got, “Rêbertî dixwaze rêya aştî û xwişk-biratiyê vebe, pirsgirêkên Kurd û Tirkiyeyê çareser bike. Destpêkê welê xuya dikir ku Devlet Bahçelî ji bo aştiyê gavek avêtiye, lê belê di dema dawî de ev gav ji dil nînin. PKK’ê agirbest ragihand, Tirkiyeyê ti carî bersiv neda vê yekê û êrîş hîn giran kir. Halbûkî dema ku PKK’ê agirbest ragihand diviyabû operasyonên Tirkiyeyê jî bisekiniya. Eger Tirkiye wê bi gelan re li hev bike neçar e ku pirsgirêkên bi Kurdan re çareser bike, naxwe ev bar wê li ser pişta Tirkiyeyê hîn giran bibe.
Rêbertî beriya 16 salan bang li Tirkiye, Îran û Beşar Esad kiribû ku bi rêya aştiyê pirsgirêkan çareser bikin, lê belê guh nedan vê bangê. Tirkiyeyê bi salan li hemberî PKK’ê çekên kîmyewî bi kar anî lê belê dewlet ranabe nabêje ‚Tu çima van çekan bi kar tîne‘. Tirkiye ji aliyekî ve ji raya giştî ya cîhanê re dibêje ‚Em ê bi Kurdan re li hev bên‘, lê li aliyê din li ber vê yekê radibe. Em êdî Kurdê berê nînin, em teslîm nabin.”
RÊBERTÎ JI BO ÇARESERIYÊ HER TIM GAV AVÊT
Qesrî Şirîşeyi anî ziman ku Rêber Apo pêvajooyê bi rengekî yek alî dimeşîne û got, “Aliyê hember heta niha gaveke pratîkî neavêtiye. Bersiva li banga 27’ê Sibatê ya Rêbertî li meclîsê axaftina Devlet Bahçelî ye. Rêbertî beriya niha sala 1993’an ji bo pêvajoyeke bi heman rengî bi rêya Celal Talabanî amadekarî kiribû, lê belê bi mirina Serokkomarê wê demê Tûrgût Ozal re pêvajo bi dawî bûbû. Ji hingî ve Rêbertî ji bo çareseriyê her tim gav avêt. Ji bo pêvajo bi rê ve biçe gelek caran agirbest ragihand, lê belê dewleta Tirk ti carî bi gaveke erênî bersiva vê yekê neda. Di vê pêvajoyê de jî gelê me û tevgear me gavên pêwîst avêt. Bala raya giştî û gelê kurd li ser dewletê ye. Lê belê diyar e dewlet di nava xwe de yek nîne. Beşek jê alîgirê diyalogê ye, beşeke din jî -bi taybetî Erdogan û nûnerên hikumeta heyî- helwesteke cuda nîşan didin. Em ji vê yekê fêhm dikin; dewleta Tirkiyeyê ji bo afirandina valahiyekê li bendê ye, lê belê dema li gorî berjewendiyên xwe be dixwaze pêvajoyê bimeşîne.
Niha şerê navbera Îsraîl-Îranê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li gorî vê yekê nêzîkatiya dewleta Tirk a li vî şerî li ser bingeha berjewendiyê, wê hem zerarê bide dewleta Tirk hem jî civaka Tirkiyeyê. Em Kurd û tevgerên siyasî yên li Kurdistanê ne aliyê vî şerî ne. Em li ser xeta Rêberê xwe dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Eger dewleta Tirk bi rengekî rast guh bide Rêbertî, ev pêvajo wê ne tenê bi kêrî Tirkiyeyê bê, wê bi kêrî tevahiya Rojhilata Navîn bê. Gelên li Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd û muxatabên din divê pirsgirêkên xwe di çarçoveya banga Rêbertî de çareser bikin.