Mazlum Ebdî: Em ê bi hev re alîkar bin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî, der barê hevdîtina 16’ê Çileyê ya bi Mezûd Barzanî re li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî, duh li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Mazlum Ebdî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî hevdîtinê daxuyanî da.

Daxuyaniya Mazlum Ebdî wiha ye: “Hevdîtina me li gel Serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû. Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûriye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta Kurdan li Sûriyeyê yek be û divê diyaloga li gel Şamê bi awayekî aştiyane mafê gelê Kurd biparêze. Her wiha me tekez kir ku girîngiya yekitîya Kurdî û aramiya herêmê bi giştî berpirsiyariya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”