MÎT'ê ferman da, Tevgera Qiyamê jî sûîqest kir

DAÎŞ’iyê berê ku suîqest li rêveberekî Meclîsa Sivîl a Reqayê Ihrahîm Xelîl kir, li xwe mikur hat ku ferman ji MÎT’ê girtiye. Diyar bû ku li pişt Tevgera Qiyamê DAÎŞ û MÎT hene.

Di nav sê mehan de li Bakurê Sûriyê suikast û sabotaj li djî Meclîsa Sivîl a Reqayê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çêbûn.

Di suikasta pêşî de ya bi ser Meclîsa Sivîl a Reqayê de 2018’an Rêveberê Meclîsê Parêzer Ibrahîm Xelîl, li Grê Spî li gundê Hemamê ya Tirkmen bû hedef. Di êrîşê de Halîl bi giranî birîndar bû. Di encama lêpirsîna Hêzên Ewlehiyê ya Rojava de yek ji kesê ku guman jê dihate birin yek ji DAÎŞ’iyê berê Ismaîl Ehmed Necîm bû. Necîm, ku ew jî ji gundê Hemamê ye ji hêla Hêzên Ewlehiyê ya Rojava ve bi operasyoneke veşartî hate girtin û li xwe mikur hat ku suikast wî kiriye.

Necîm got ê ku suîkast pê dayî kirin yek ji kesê ‘Hêzên Mertalê Firatê’ Hisên Mihemed Salih e û wî jî fermana suîkastê ji îstîxbarata Tirk standiye.

Piştî girtina Necîm bi demekê videoya suîkastê ji hêla Tevgera Qiyametê ve hate belavkirin ku Cotmeha 2017’an li bakurê Helebê bi îdîaya, ‘’têkoşîna dijî komên cihêxwaz’ hatibû avakirin, û cînayetên kontra yên mîna yên MÎT’ê ku salên 90’î li Bakurê Kurdistanê dikirin. Tevgera Qiyametê her çendî ji MÎT’a Tirk serbixwe xuya bike û weke ku ji hêla Sûriyeyiyan ve hatibe avakirin xuya bike jî dema ku mirov guh dide Ismaîl Ehmed Necîm ê mikurhatî, piştrast dibe ku ji hêla MÎT’ê ve hatiye avakirin.

Di vê pêvajoyê de yek ji suikasta dî ku Tevgera Qiyamê ya MÎT’ê kirî lê neanî ser xwe suikasta li ser Omer Alluş bû.

‘A KU SUÎKAST DAYÎ KIRIN HÊZA MERTALA FIRATÊ YA CERABLÛSÊ BÛ’

Ismaîl Ehmed Necîm wiha li xwe mikur hat:

‘’2017’an ji bo ku biçim Tirkiyê çûme Cerablûsê. Armanca min ew bû ku biçim bixebitim. Li wir min Hisên Mihemed Salih Dît. Ew jî ji gundê me bû. Li dibistanê jî em bi hev re bûn. Piştre careke min dîtibû ku bi bavê min re dixebitî. Wekî dî ti nasîna me nebû. Piştî bi salan cara pêşî li Cerablûsê me hev dît. Bi ser hêzên Mertala Firatê de bû. Ez 10 rojan li wir mam. Min xwest ku ji sînor derbasî Tirkiyê bibim lê dema ku min nekarî li gund vegeriyam. Piştî ku hatim gund bi 4-5 mehan min ew li gund dît. Beriya ku wî parêzerî bikujim bi mehekê hate cem min.

TALÎMAT JI ÎSTÎXBARARA TIRK E

Got, ‘’Ez bi karekî ji Cerablûsê hatim, biqedînim û vegerim’’. Min gotiyê tu yê çi karî bikî. Got, ‘karê min kuştina mirovan e.’’ Piştre ji min re got, ‘’Tu jî ji Hêzên Mertala Firatê yî’. Min gotiyê,’na ez ne wiha me’. Got, ‘’temam, tu neke, tu tenê çavdêriyê bike. Ez ê 500 dolarî bidim te.’’

Min gotiyê, vî karî ji bo kê dikî. Got, ‘’Em vî karî ji bo Ebû Azam dikin. Ebû Azam yek ji kesê hêzên Mertala Firatê ye û karê îstîxbarata Tirk dike.’’

‘GOT, ‘JI BO KU HÎN BIBÎ DIVÊ HÎNÎ KUŞTINÊ BIBÎ’

Roja dî hate cem min. Em bi motor çûne cem parêzer. Gote min,’de tu bikuje û hîn bibe’. Demance da min, got, ‘demancê rake û dema ku parêzer hat bikuje’. Wî berê çavdêriyên xwe kiribûn. Gote min, ‘tiwalet ji malê dûr e. Xwe li pişt tiwaletê veşêre,dema ku parêzer hat bikuje’. Min jî wiha kir. Dema ku parêzer hat min 7 gule berdan ser.’’

Li gorî ku gotî min, çek bêdeng bû û heftxur bû. Piştî ku me ew kuşt me xwe di ser dîwarê hewşê ve qevazt û bi motorê, me fetl dane xwe û em çûn. Ez danîme malê. Min jî behsa pereyan kir. Got, ‘’Sibe were cem min, hem pereyan bidim te û hem jî karekî nû bidim te.’’

‘GOT JI BO KARÊ NÛ WÊ WERE’

Ez çend caran çûme cemê lê min ew nedî. Piştî bi 3 rojan di ser WhatsAppê re min peyam dayê û pirsa pereyan jê kir. Got, ‘’Piştî bi mehek, mehekê nîvê ez ê werim. Li wir karekî min ê dî heye, pereyan jî bidim te’. Piştre min di ser WhatsAppê re peyama bi deng şand û bersiv neda min. Ez mehek û nîvê li bende mam. Piştre hatim girtin.’’

DÎMENÊN SUÎKASTÊ HATIN WEŞANDIN

Necîm bi operasyoneke veşartî ya Hêzên Ewlehiyê ya Rojava hate girtin û Tevgera Qiyamê, ya rêxistina kontra jî 7’ê Adarê, ango piştî ku Necîm hate girtin di ser hesabê xwe yê Twîterê re dîmen weşandin. Ji dîmenan tê xuyakirin ku weke Necîm gotî Ibrahîm Xelîl li tiwaletê bûye hedef.

DI KUŞTINA OMER ALLÛŞ DE ŞOPA QIYAMÊ

Gotinên Hisên Mihemed Salih ku Ismaîl Ehmed Necîm gotî wî fermana kuştinê daye û plana wê kiriye û ji MÎT’ê re dixebite, li ser kuştina Omer Alluş jî, ku 15’ê Adara 2018’an hate kuştin mirov dide fikirandin.

Hisên Mihemed Salih dibêje karê Necîm kuştin e û piştî bi mehek, mehek û nîvî dî wê dîsa ji bo karekî nû bihata. Tam jî di vê demê de Omer Alluş hate kuştin û dîsa bi çeka bêdeng hate kuştin.

Tevgera Qiyamê li gel ku dîmenên birîndarkirina Ibrahîm Xelîl weşand jî neanî ser ku xwe Omer Allûş kuştiye, ku Alluş yek ji rêveberê Meclîsa Sivîl a Reqayê bû, li Grê Spî û her wiha yek ji wan malbatan bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku çûyî Rojava lê mabû.

Ajansa Anadoluyê ku ajansa sereke ya dewleta Tirk e piştî pêkhatin suîkastê bi demek kurt, beriya ku Hêzên Ewlehiya Rojava li ser rengê pêkhatina bûyerê daxuyaniyê bide got, Allûş bi çekeke bêdeng hatiye kuştin. Her wiha çapemeniya şerê taybet a Tirk jî got, ‘’Allûş ê ku berevajî PYD’ê dimeşiya ji hêla PKK’ê ve hate înfazkirin.’’

Ji vê cinayetê tê fêhmkirin ku li gorî armancên dewleta Tirk Omer Allûş ku di siberoja Reqa û Sûriyê de xwedî rol e hatiye kuştin û hem jî hatiye xwestin ku cinayete li ser PYD’ê û rayedarên Bakurê Sûriyê bihêlin.

Ji ber ku hemû suîkast û sabotajên Tevgera Qiyamê li wan qadan ku dewleta Tirk dike rojev pêk hatiye û li armancên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk digunce.

Ê ku Ibrahîm Xelîl birîndar kirî Ismaîl Ehmed Necîm DAÎŞ’iyekî berê ye. Piştî Girê Spî tê azadkriin derbarê Reqayê dibe. Ew bi xwe dibêje li Reqayê li nexweşxaneya DAÎş’ê nobedarî dikir. Necîm ji Reqa direve û radestî YPG’ê dibe. Piştî ku demekê li zindanê dimîne, piştî ku zelal dibe ku tevlî ti êrîşa çekdarî nebûye bi efûyekê tê berdan.

Hêzên Ewlehiya Rojava yên bi mijarê têkidlar, ji bo ku DAÎŞ’iyekî dî li heman gundî dijiya piştî êrîşê Necîm dişopînin û tespît dikin ku bi DAÎŞ’ê re têkiliya wî heye.

Ji vê agahiya hêzên ewlehiyê û ji mikurhatinên Ismaîl Ehmed Necîm diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk ku navê ‘Hêzên Mertalê Firatê’ didin naskirin, têkiliya wan bi MÎT’ê û DAÎŞ’ê re heye, rêxistina ku ji xwe re Tevgera Qiyamaê dibêje, çeteyên DAÎŞ, MÎT, ‘Mertala Firatê’ ne.