Li Til Temirê mayîna dewleta Tirk teqiya: 7 sivîl birîndar bûn

Li Til Temirê mayîn bi wesayîta tîmên çêkirina elektirîkê ve teqiya. Di teqînê de 7 kes birîndar bûn.

Tîmên elektirîkê yên ji bo çêkirina elektirîka li xeta Zirtan a Til Temirê hatibû bomberdûmankirin bûn hedefa mayînên dewleta Tırk.

Wesayîta tîma elektirîkê dema gihişte gundê Xirbet Şiîr a 12 kêlometre dûrî navenda Til Temirê ye, pê li mayîna ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatibû danîn kirin.

Di teqînê de 7 xebatkar birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Til Temirê.