Nûçeya Lezgîn: Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Li deriyê bajêr şerekî dijwar diqewime

Li Tebqayê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Tebqayê ya Rojavayê Kurdistanê şervanên azadiyên yên di mehên Tîrmehê, Tebaxê û Îlonê de şehîd bûne bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclîsên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, rûspiyên herêmê beşdarî merasîma bîranîna şehîdan a Meclîsa Malbatên Şehîdan hat lidarxistin bûn.

Malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm vêxistin. Piştre hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl axivî. Hind El Xelîl diyar kir ku ew tu carî şehîdan ji bîr nakin û wiha axivî: “Fermandarê KCK`ê Rustem Cudî û endamên komîteya leşkerî ya HPG`ê yên di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûne, şehîd Sara, Rûken bi bîr tînin. Me îro şehîd Seyîd Evren û Aslan Qamişlo jî oxir kir. Em ji dijmin û zordaran re dibêjin, em ê baldar bin, em nahêlin hûn bikevin axa me.”

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Saqir Cirniyê jî ev tişt anî ziman: “Em îro şehîdên xwe bi bîr tînin ku di oxira welêt û gel de canê xwe feda kirin. Em dê rêya wan berdewam bikin ta ku serkeftin pêk were. Em dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.”

Piştî wê hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Yehya El Meslûb axivî û got ku ew ji bo şehîdan hatine cem hev û wiha domand: “Em îro şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin. Bi saya wan, planên sordestan bi bin ketin. Em careke din soz didin wan ku rêya wan berdewam bikin û tevahî axa dagirkirî rizgar bikin.”

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek têkildarî şehîdan û dîroka şehadeta wan hate pêşandan.