Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) got: ‘’Em di salvegera 100’emîn a şehadeta pêşengê mezin ê gelê me Şêx Seîd û hevalên wî de ku ji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê bi cesaret û biryardariyeke mezin ber bi sêdareyê ve çûn, wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em doza hebûn û azadiyê ya pîroz ku gelê Kurd ev sed sal in bi dayîna bedêlên gelekî mezin bi rê ve dibe, bi rêzdarî silav dikin û weke neferên fedaî yên vê dozê dilsoziya xwe diyar dikin.
Têkoşîna azadiyê ya nîvsedsalî ya Tevgera Apoyî, tê wateya hilanîna tola Şêx Seîdan ku gotibû ‘wê neviyên min teqez tola min hilînin’ û şehîdên ku qîrîna wan li çar aliyên Kurdistanê olan daye. Bêguman yek ji neviya herî wêrek, leheng û fedaî ku Şêx Seîd ê rûspîyê gelê me qal dikir, hevrêya me Zîlan (Zeynep Kinaci) ê ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedaî pêk anî. Em pêşenga xwe ya fedayî hevrê Zîlanê di 29’emîn salvegera şehadeta wê de ku ji bo doza azadiyê di heman dîrokê de tevlî karwanê şehîdan bûye, bi bîr tînin û Roja Fedaîbûnê li gelê Kurd pîroz dikin.
Weke milîtanên fedaî yên Apoyî girêdayî soza xwe ya ji şehîd, gel û Rêbertiya xwe re; diyar dikin ku em bi biryar in heya dabînkirina azadiya gelê xwe û Rêbertiya xwe em ê girêdayî xeta şehîdan bi ruhê fedaî yê Apoyî têkoşîna xwe bilind bikin û bidomînin.’’
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK ÊN BI ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ ZÊDE BÛNE
Di daxuyaniya HPG-NRÇ’ê de ev tişt hatin gotin:
Di nava du hefteyên dawî de bi taybetî li herêma rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û taxa Dêrelokê tev û her wiha li hemberî hêzên me yên li Metînayê êrîşên artêşa Tirk gelekî zêde bûne. Li gundê Sêgirê yê nêzî navçeya Amediyê û li qada me ya Girê Amêdiyê ku li jora gundê Sêgirê ye bi çekên kîmyewî pêleke êrîşa tinekirinê li hember hêzên me hat destpêkirin. Me berê jî di vê mijarê de daxuyanî û hişyariyên xwe ji raya giştî re dabûn. Lê belê êrîşên artêşa Tirk li van herêman zêdetir û bênavber bûne. Ji bo ancam bigre hê bêhtir giranî daye êrîşên bi çekên kîmyewî û ev êrîş didomin.
Me jî di 24 û 26'ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk ên li vê herêmê ku li ser bingeha tinekirinê êrîş kir, operasyonên bersivdayînê lidar xistin.
Em dubare diyar dikin; hêzên me girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye îlankirin û têkildarî vê yekê girêdayî biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê ne. Tevî ku têkoşîna çekdarî hatiye sekinandin jî bi taybetî jî li herêma Amediyê fermandariya artêşa Tirk bi dijwarî û tim û tim çekên kîmyewî ên ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin û weke sûc in bi kar anîn û li hemberî vê yekê me jî di 24 û 26’ê Hezîranê de mafê xwe yê bersivdayînê bi kar anî. Têkildarî hesasiyeta pêvajoyê em a niha dîmenên vê çalakiyê yên berfireh û zirarên artêşa Tirk naweşînin.
Lê belê dixwazin vê yekê diyar bikin ku; berpirsê windahiyan û vê tabloyê fermandariya artêşa Tirk a li herêmê û zihniyeta wê ye ku li hemberî hêzeke çek berdane bi berdewamî çekên kîmyewî û teqemeniyên ku zirareke mezin dide, bi kar tîne. Divê were zanîn ku ger piştî vê operasyona me ya bersivdayînê û hişyariyê, artêşa Tirk erîşên xwe yên tunekirinê û bikaranîna çekên kîmyewî berdewam bike, em ê berê xwe bidin bersivdayîneke tundtir û girantir. Eşkere ye ku ev êrîş ku ji aliyê hin derdorên rantparêz û li dû qehremaniyên erzan ve ji bo berjewendiyên takekesî têne kirin, di heman demê de têkildarî têkbirina pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê ye, destwerdaneke cidî ye. Ji ber vê yekê em xwedî maf in ku li hemberî vê yekê bê deng nemînin, hêzên xwe biparêzin û bi awayê herî tund bersiva hewce bidin.
Hûrgiliyê êrîşên li ser hêzên me bi vî rengî ne;
Êrîşên artêşa Tirk;
Di navbera 21- 26’ê Hezîranê de, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 9 caran bi gazên kîmyewî û dronên tijî teqemenî hatin bombebarankirin.
27’ê Hezîranê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê pêşî bi teqemeniyên wêranker û dû re jî bi gazên kîmyewî yên dijwar hatine bombebarankirin.
Di navbera 21-26’ê Hezîranê de, li Herêma Metîna tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Bêşîlê û Dergelê 11 caran bi dronên tijî teqemenî hatine bombebarankirin.
Di navbera 20-26’ê Hezîranê de, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 18 caran bi hiltî, ekskavator û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.
26’ê Hezîranê, li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 15 caran bi hiltî, kepçe û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.
Di navbera 20 û 27’ê Hezîranê de, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna, li Herêma Garê qadên Girê Sîser, Girê Reşîd, Dêreşê, Girgaşê, Deşta Kafya, Mijê, Girê Kun, Girê Zengil, Zêvkê, Heftebax, Spîndarê, Sêdarê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bihar, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê bi çekên giran top û obusan bênavber hatin bombekirin.
Derbarê şehadeta Serhat Ceylan;
Welatparêzê qedirbilind Serhat Ceylan ê ji navçeya Bazîd a Agiriyê weke mêvan hatiye cem hêzên me. Lê belê di pêvajoya ku li ba me bû, ji ber guhertina şert û mercên hewayê hin nexweşiyên wî yên berê lê giran bûye û tevî hemû hewldanan nekariye bê rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye. Ji ber Serhat Ceylan di nava xebatên welatparêziyê de jiyana xwe ji dest da em wî weke şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê qebûl dikin û xemgîniya xwe parve dikin. Em ji malbata welatparêz şehîd Serhat Ceylan, xizmên wî yên nêz û hemû gelê Bazîdê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”