Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 2 leşker birîndar bûn

Li nêzî paytexta Sûriye Şamê di êrîşeke hewayî ya îsraîlê de 2 leşkerên Sûriyeyî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê de hate ragihandin ku êrîş ji platoya Golanê bi dema herêmî saet di 01:20'î de hate kirin. Hate gotin, êrîşa hewayî li ser gelek nuqteyên derdora Şamê hatiye kirin.

Wezaretê têkildarî cihên ku êrîş li wan hatiye kirin agahiyên berfireh neda. Lê belê diyar kir ku 2 leşker birîndar bûne û xisareke madî bûye.

Wezareta Parastinê ragihand ku gelek fuze jî ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin astengkirin.