Li ser rêya Helebê teqîn: 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan

Li ser rêya Şehba-Helebê ji ber teqîna mayinekê 11 Efrîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Komek ji Efrîniyên diçûn Helebê pê li mayineke li ser rê kirin. Ji ber teqînê 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, mayin ku li gundê Til Cebînê teqiya ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû bicihkirin.

Kesên jiyana xwe ji dest dane:

Fîdan Xelîl (62), Şêrîn Hemed Wesîmo (30), Hesen Syido (86), Qudret Mûsa Silêman (65), Hemîda Xelîl Hiso (23), Rohîn Yasir Ebdo (6 aylık) û Yasir Hesen Ebdo (36) Zekiya Mihemed Bekir (56), Newroz Menan Mihemed (30), Welat Mihemed Bekir (6), Nûjîn Mihemed Bekir (3).