Li Romayê 300 hezar kes ji bo Xezeyê meşiyan

Li paytexta Îtalya Romayê bi sed hezaran kes roja Şemiyê daketin qadan û 'hevkariya' hikumeta rastgira tund Gieorgia Meloni ya bi şerê li Xezeyê şermezar kirin.

Li gorî amadekaran, 300 hezar kes beşdarî meşa li Romayê bûn. Di meşê de alên Fîlîstînê û pankartên bi nivîsa "Fîlîstîn a Azad", "Komkujiyê bisekinînin, dawî li hevkariya bi sûc re bînin" hatin hildan.

Lîdera Partiya Demokrat a li muxalefeta bingehîn Elly Schlein anî ziman ku ev tevlîbûna girîng 'Nerazîbûneke mezin a gel a li hemberî şer' e.

Tevgera Pênc Stêrk jî di nav de partiyên din ên çep tevlî amadekariya xwepêşandanê bûn.

Schlein daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi mîtîngê re wan xwestin dawî li komkujiyên li ser Fîlîstîniyan bînin, sûcên hikumeta rastgiriya tund a Netanyahu rawestînin û nîşanî cîhanê bidin ku Îtalyayeke cuda heye.

Hikumeta Îtalyayê ku ji destpêka şer û vir ve piştevanekî dilsoz ê Îsraîlê ye, hefteyên dawî li hemberî bombardûmana giran a li ser Xezeyê dengê xwe bilind kir. Serokwezîr Giorgia Meloni ev êrîşa mirovî 'Ya neheq û dramatîk' şermezar kir.