Li Rojhilata Navîn pirsgirêka avê

Eger ji niha ve tedbîrên pêwîst neyên wergirtin, pirsgirêka avê ji niha ve li Rojhilata Navîn dikare bibe sedema şer û koçberiyeke zêde.

PIRSGIRÊKA AVÊ Û ÇARESERÎ

Hemû zindî ji bo hebûna xwe bidomînin, pêdivî bi avê dibînin. Di tevahiya dîrokê de; çavkaniyên avê yên ji aliyê vexwarin, çandinî, paqijî û gihandinê ve pir girîng, piştî pêşketina endustriyel û bajarbûnê veguherî rewşeke hîn girîngtir û fonksiyonel. Mirov ji aliyê hilberandina endustriyel ve, pir kêm girîngiya avê ji xwe re dikin xem. Lê av ji aliyê hilberandina endustriyel ve, di nava civakên me yên roja îro de veguherî hilberandineke nebe nabe. Bi taybetî di nava civakên endustriyê ku bi enerjiyê ve hatine girêdan de, av li gelek welatan yek ji hêmanên girîng ên hilberîna enerjiyê ye.

Girîngiya ava di nava civakên bajarî de ku tê cûrekirin û zêde dibe, wisa kiriye ku ava tê bikaranîn jinûve were bidestxistin. Nifûsa ku her roja derbas bûyî li cîhanê zêde dibe, dibe sedem ku pêdivî û daxwaza ji avê re jî zêde bibe. Tevî ku ji çaran sêyê cîhanê av e, çavkaniyên avê yên ku mirov bikarin bi kar bînin, bi sînor e.

Mezaxtina ava zêde, qirêjkirina avê, zêdebûna hişkesaliyê ya ji ber germahiya gerdûnî û di aliyê berevajî de bilindbûna asta avê ya behran nîşan didin ku wê di siberojê de bi destxistina çavkaniyên ava paqij zehmet bibe.

AV MADEYEKE JIYANÎ YE KU ALTERNATÎFA WÊ TUNE YE

Lê av çavkaniyekî jiyanî ye ku alternatîfa wê tune ye; civakên ku salên dirêj baş qedrê çavkaniyên xwe yên avê nezanîn, niha hatine rewşa bêaviyê. Parastina çavkaniyên ava paqij ji bo tenduristiya civakê û ewlehiya xurekê jî, têra xwe girîng e. Eger mirov avê bi baldar kar neyîne, wê bibe sedemê pêşketina gelek nexweşiyên şewbê; her wiha eger çavkaniyên avê yên bi kîmyewiyan hatine qirêjkirin ji bo hilberandina çandiniyê were bikaranîn, qanser jî di nav de wê bibe sedemê belavbûna gelek nexweşiyan.

Mesele beriya demeke kurt, li navçeya Îlîç a Erzînganê fîrmaya Madeniyê ya Anagold bûbû sedemê karesatekê. Vê karesatê nîşan da ku bi baldarî bikaranîna avê çiqasî girîng e. Qeza û windahiyên can ên li Îlîçê çêbûne, mirov pir xemgîn dike. 9 kedkar ji ber xwesteka feydeyê ya vê fîrmaya navborî, jiyana xwe ji dest dan; lê karesata ku esil li wir biqewime, îhtîmala ketina siyanûrê ya nava çemê Firatê ye. Çemê Firatê bi cureyên masiyên xwe û dirêjahiya xwe ya ku sînor derbas dike, bandorê li hemû herêmê dike. Qirêjbûneke ji vî cûrî li nuqteyekê çêbibe, wê li tevahiya çemê Firatê di aliyê nerênî de bandorê li tenduristiyê mirovên li wê herêmê bike.

Gelek civak ji bo avê bi baldarî bi kar bînin, dest bi xebatan kirine, bi rastî jî av çandek e û divê mirov têkildarî vê yekê kevneşopiyekê biafirîne û vê çandê ragihîne nifşên siberojê. Her wiha ji ber ku erdnîgariya Rojhilata Navîn ji bo ewlehiya avê yek ji herêmên xeter a cîhanê ye û ev yek vê mijarê ji bo me hîn girîngtir dike. Hema bêje pêdiviya tevahiya welatên li dora Kurdistanê bi avê heye û ev rewş her roja derbas dibe hîn xirabtir dibe.

PIRSGIRÊKA AVÊ DI ROJA ME DE VEGUHERÎ PIRSGIRÊKEKE GERDÛNÎ

Di roja me de pirsgirêka avê li hemû cîhanê veguherî pirsgirêkeke gerdûnî. Pirgirêka avê li gelek herêmên cîhanê gefê li jiyana civakê dixwe. Dibe ev pirsgirêk di salên pêşiya me de, hîn mezintir bibe. Di roja me de nifûsa cîhanê 8 milyar e, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050’an ev nifûs bigihije 9,5 milyarê. Xebatên hatine kirin nîşan daye ku zêdebûna nifûsê daxwaza avê hîn zêdetir kiriye. Wisa ku; nifûsa cîhanê di sedsala 20’an de li gorî sedsala beriya wê 3 qat zêde bûye, daxwaz û pêdiviya avê jî 6 qat zêde bûye.

Ji sedî 70’ê cîhanê av e; lê ji sedî 97,5’ê vê avê bi xwê ye, mîqtara ava şirîn jî tenê xwediyê rêjeyeke ji sedî 2,5 e. Li cîhanê salane 7.600 metrekup ava vexwarinê dibe para mirovekî. Lê dema mirov di navbera parzemînan de lê dinêre, tê dîtin ku nehevsengiyên cidî hene. Mînak li Başûrê Emerîkayê di salê de 23.000 metrekup dikeve para kesekî, li Bakurê Emerîkayê jî 18.000 metrekup dibe para kesekî, li parzemîna Asya jî 3.000 metrekup dikeve para kesekî. Erdnîgariya siyasî ya Tirkiyeyê weke tê zanîn, di aliyê avê de dewlemend nîne. Berevajî dema mirov li temamiya Tirkiyeyê dinêre welêt bi stresa avê re rû bi rû ye û dema mirov têkildarî rêjeyên nifûsa zêde bi baldar dibe, tê dîtin ku li welêt pirsgirêka avê wê hîn mezintir bibe. TUÎK di xebateke ku kirî de, pêşbînî dike ku di sala 2025’an de nifûsa Tirkiyeyê wê 83,5 milyon be û 1340 metrekup mîqtara avê wê bibe para mirovekî. Ev mîqtar pir di bin rêjeya cîhanê de ye.

Rewşeke heman ji bo hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya bi navê “Ji bo siberojê ava şirîn 2003” de, cidiyeta rewşê nîşan daye. Li gorî vê raporê herêma Rojhilata Navîn, ji aliyê avê ve herêma herî bi pirsgirêk a cîhanê ye. Ji sedî 5’ê nifûsa cîhanê, li Rojhilata Navîn dijî. Ev herêm tenê ji çavkaniyên avê yên cîhanê, tenê xwediyê ji sedî 1’ê ye.

LI ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊKA ESAS, PIRSGIRÊKA AVÊ YE

Li herêma Rojhilata Navîn hişkesalî zêde dibe û dewam dike, ev zexta li ser çavkaniyên avê zêde dike. Beriya niha nêzî 20 salan, di sala 2005’an de xebatek hate kirin. Di vê xebatê de hat dîtin ku ava vexwarinê ya salane dibe para mirovekî li Xeze û Şerîaya Rojava 80 m/3, li Îsraîlê 316 m/3, li Misirê 830 m/3 e; di van rojan de wê pir şaş nebe ku eger mirov pêşbînî bike ku ji ber germahiya gerdûnî pirsgirêk wê mezin bibe. Di roja me de germahiya gerdûnî ya ku pêşî lê nehat girtin, ji ber çavkaniyên avê yên li herêmê kêm bûne di warê ewlehiya çandinî û xurekê de dibe sedemê pirsgirêkên girîng. Piştî demekê eger gel çavkaniyên ava paqij têra xwe bi dest nexe, pirsgirêkên ku çêbibin wê bibe sedem ku li van welatan nexweşiyên şewbê zêde bibin. Beriya salên dirêj, di sala 1977’an de Neteweyên Yekbûyî li Mar del Plata’yê konferansek lidar xist û ev mijar destnîşan kir. Di rapora navborî de hatiye destnîşankirin ku mirov ji ber ava qirêj, rû bi rûyê 30 nexweşiyên cuda mane. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di sala 2000’an de di rapora amade kirî de diyar kir ku li seranserê cîhanê 2,2 milyon kes ji ber ava qirêj jiyana xwe ji dest dane. Bankaya cîhanê jî di raporeke cuda ya amade kirî de, ragihand ku ji sedî 95’ê avên qirêj rasterast tên rijandina çeman û li welatên pêş dikevin ji sedî 80’ê nexweşiyan ji ber qirêjkirina çavkaniyên avê çêdibin.

Di roja me ya îro de erdnîgariya Rojhilata Navîn, bi çavkaniyên xwe yên enerjiyê derdikeve pêş û ji têkoşîna hêzê ya gelek aktorên gerdûnî re pêşkêşvaniyê dike. Rojhilata Navîn hem di warê çavkaniya enerjiyê hem jî di warê transferî de, xwedî girîngiyeke bê hempa ye; lê ev pirsgirêkên esas ên vê herêmê çareser nake, ji ber rêveberên bêbasîret bûye sedem ku pirsgirêkên herêmê hîn mezintir bibin û bêçareserî bimînin. Gelek çavdêrvan dibêjin ku qiyameta esas a Rojhilata Navîn, pirsgirêka avê ye. Enerjî weke pirsgirêka serwerên cîhanê, av jî weke pirsgirêka mafên tevahiya herêmê ye. 

Di roja me de li Rojhilata Navîn ji aliyê mîqtara metrekup a avê ya dibe para her mirovekî û rêjeya girêdanbûna bi avê ve Tirkiye, Îran, Sûriye, Efganistan, Sûriye û Sûdan bi 1500 metrekup û hin hejmarên hinekî jê zêdetir di nava welatên rewşa wan baş ên herêmê de cih digirin; lê di nava van de Iraq di dawiyê de cih digire. Lubnan, Qibris, Cezayîr, Fas, Misir, Tûnûs, Oman û Yemen, Urdun, Îsraîl, Siûdî Erebistan, Qatar, Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî ji bo avê girêdayî derve ne. Lê divê rewş nede fikirîn ku Tirkiye jî di nav de welatên me destpêkê qalê kirî, di aliyê avê de rewşa wan baş e. Germahiya gerdûnî û nifûsa ku zêde jî dibe, van welatan nêzî pirsgirêka avê dihêle.

Destpêkê bi bandora guhertina avhewayê di salên dawî de li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn barîna baranê kêm bûye û germahiyên hewaya ku zêde dibe, rêjeya bûharbûnê zêde dike. Di encama xebatên hatine kirin de tê diyarkirin ku germahiya rûerda herêma Rojhilata Navîn wê di navbera 2,5 û 5,5 pileyê de zêde bibe û ev yek wê rêjeya barînê ya li herêmê ji sedî 20 kêm bike. Li Tirkiyeyê jî tê payîn ku 2,5 û 3,5 pile zêde bibe û barîn jî ji sedî 35 kêm bibe. Dîsa bi taybetî jî barîna berfê li gorî salên berê kêm e û ev yek li herêmê pirsgirêka avê hîn mezintir dike. Pispor dibêjin ku ev geşedan hemû wê fiyetên xurekê yên gerdûnî zêde bikin û wê li seranserê cîhanê xizanî zêde bibe.

DIBE KU LI ROJHILATA NAVÎN ŞERÊ JI BO AVÊ BIQEWIME

Nifûsa ku zêde dibe, çavkaniyên avê yên kêm dibin, bikaranîna şaş a çavkaniyên ava heyî herêmê ji aliyê ewlehiya av û xurekê ve ber bi karesatê ve dibe. Ji aliyê herêmî ve ji bo diyarkirina girîngiya avê, di sala 1979’an de di navbera Îsraîl/Misirê de peyman hat îmzekirin. Piştî vê peymanê Serokê Dewletê yê Misirê Enver Sedat wiha got, ‘Misir ji bilî parastina çavkaniyên xwe yên avê, wê car din nekeve nava şer’ û ev yek mînakek baş e. Di rastiyê de li vir Enver Sedat car din girîngiya avê ji bo welatê xwe diyar dike û dibêje ku tenê eger gef li çavkaniyên avê were xwarin, wê bikevin nava şer. Lewma mijara avê di berê de yek ji anaxtara şer yan jî aştiyê ya herêmê bû, wê di siberojê de jî wisa be. Neteweyên Yekbûyî beriya 20 salan di rapora xwe ya “Ji bo siberojê ava şirîn 2003” de destnîşan kiriye ku di sala 2040’an de li Rojhilata Navîn wê şerên ji bo avê biqewimin.

Di şerên heta niha hatine kirin de nuqteyên êrîş li ser pêk hatine, ji bo bidestxistina wê hewldan hatine kirin û nuqteyên herî krîtîk, çavkaniyên avê bûn. Di tevahiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de aliyan hewl dane ku santralên xwe yên hîdroelektrîk û çavkaniyên xwe yên avê, di bin kontrolê de bigirin.

Mînakeke din bikaranîna avên Çemê Urdun/Şerîayê ye. Mijara ava ji çemê Urdun/Şerîayê diherike wê çawa di navbera gelên Urdun, Îsraîl, Sûriye û Fîlîstînê de bê parvekirin, yek ji pirsgirêkên herî girîng a herêmê ye. Pisporên ku her çar welatên navborî dişopînin, dibêjin ku di roja me de yek sedemên herî girîng a tengasiya di navbera van her çar welatan de, Urdun yan jî bi navekî cuda çemê Şerîa ye. Çemê navborî di xaka her çar welatan re jî derbas dibe û dirije gola Lutê. Têkildarî mijara bikaranîna hevpar a avên navneteweyî, qural nînin û yên heyî jî naveguherin quralên hiqûqî. Ev yek jî dibe sedem ku her çar welatên navborî bikevin nav lihevnekirinê û hin caran jî ev lihevnekirin vediguhere şer.

Berê di navbera civakan de têkildarî bikaranîna avê ya ku sînorê derbas dike, lihevnekirin çêdibin; lê bi taybetî piştî sedsala 19’an têkildarî bikaranîna çavkaniyên avê ya bi vî rengî lihevnekirin zêde bûn û piştî demekê veguheriye şer. Bi demê re aliyan heman naverok; hêmanên mîna “ava hevpar/ ava muşterek, ava navneteweyî, ava ku sînor çêdike, ava ku sînorê derbas dike” pêş xistin û hewl dane konumên xwe xurt bikin. Li seranserê cîhanê tê qebûlkirin ku têkildarî ava ji welatekî dizê û li heman welatî diherike nava deryayê, di bin serweriya wî welatî ye, ew welat dikare bi temamî wê avê bi kar bîne.

Lê têkildarî bikaranîna avên diherikin ên ku sînorên welatên jê derdikevin derbas dikin û dikevin xaka welatên cuda, di navbera welatan de pirî caran lihevnekirin çêbûne. Bi taybetî li herêmên ku pirsgirêka avê lê heye, têkildarî parvekirinê gengeşeyên cidî hene, hin caran ev gengeşe di navbera welatan de vediguhere şer. Yek ji gengeşeyên herî esas di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de, bikaranîna ava çemê Şerîa ye. (Çemê Urdun) di sala 1950’an de dema ku Îsraîlê hewl da Navenda Avê ya Neteweyî ya Îsraîlê ava bike, Sûriyeyê mudaxeleya leşkerî li vê yekê kir. Dîsa piştî 10 salan dema ku Sûriyeyê hewl da berê ava li beşên jor a çemê Şerîayê bide aliyê xwe, Îsraîl li hemberî vê yekê xwe bêdeng nekir û qenalên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine çêkirin bombebaran kir û xebatên înşaetê sekinand. Li seranserî cîhanê gelek mînakên şerên ji ber avê hene; di her carê de dewlet li şûna bikaranîna bi uslub, berjwendiyên xwe di plana pêş de digirin û ji bo parvekirina avê zehmetî derdixin.

RÊYÊN AVA NAVNETEWEYÎ

Welatên xwedî çavkaniya avê, destpêkê îdîa dikin ku mafê bikaranînê yê wan e. Têkildarî danasîna avên bi vî rengî, di navbera welatê ku av lê derdikeve û welatên av tê de derbas dibin de, ji bo danasîna pirsgirêkê nêrînên cuda derdikevin holê. Ji ber ku têkildarî vê yekê di hiqûqa navneteweyî de qebûlkirineke giştî nîne, pirsgirêk li gorî geşedanên ekonomîk/dîrokî û rojane polîtîk ên di navbera welatên navborî de, bê navber jinûve tê nasandin. Piranî welatê ku xwediyê çavkaniya avê ye, îdîa dike ku destpêkê mafê bikaranînê ayîdê wî ye û avên ji welatê wî derdikevin û dirijin behra xaka welatên cuda, weke “ava sînor derbas dike” pênase dike. Lê welatên ku ava diherike tê re derbas dibin yan jî dirijin behra wan, pênaseya “ava navneteweyî” bi kar tînin.

Vê yekê dikin ji bo ku pênaseke navneteweyî bidin ava diherike, hîn zêdetir sûdê ji avê werbigirin û bikaranîna ji aliyê xwe ve ji keyfiyeta welatên çavkanî rizgar bikin. Ev pirsgirêk li gelek deverên cîhanê bûye sedemê geşedan û şer. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê di sala 1959’an de, xebatên ewilî destpê kirine, lê salên dirêj têkildarî vê yekê zêde pêşketin nehat bidestxistin. Di sala 1970’an de NY’ê car din mijar kir rojeva xwe û Komîsyona Hiqûqê ya Navneteweyî ji bo avakirina “Hiqûqa bikaranîna ava navneteweyî ji bilî armancên ragihandinê” wezîfedar kir. Di encama xebatên demdirêj de, rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hatî avakirin di 24.04.1997’an de li Desteya Giştî ya NY’ê bi navê “Bikaranîna ava navneteweyî ji bilî armancên ragihandinê” hatiye qebûlkirin. Li gorî vê yekê havzayên xwedî avên ku sînorê derbas dikin yan jî sînorê çêdikin, weke “rêyên ava navneteweyî” tê pênasekirin. Metina hatî qebûlkirin, bikaranîna adil û maqûl esas girtiye. Her wiha esas girtiye ku zirarê nede ti kes din. Lê ji ber ku Tirkiye jî di nav de 35 welatan rewşa dawî ya peymanê îmze nekirin, peyman neket meriyetê.

Tirkiye israr dike ku ava Kurdan li dijî Kurdan weke koz bi kar bîne; di siyaseta xwe ya herêmî de bi taybetî Firat û Dîcleyê li dijî gelên cuda weke çekê bi kar tîne. Ji ber ku di nuqteya ku çemên mijara gotinê weke ava navneteweyî tên pênasekirin de, muzakereyên bi welatên din ên cîran re yên li ser bikaranîna avê mecbûrî dibin.

Di mijara bikaranîna avên ku ji gelek welatan derbas dibin û  diherikin behran yan jî golan de nêzîkatiyên cuda hene. 

A. Nêzîkatiya Serweriya Mutleq: Li gorî vê nêzikatiyê serweriya metleq a welatê ku jêdara avê ye, heye û wisa tevdigere. Li gorî vê yekê, mafê bikaranîna avê yê vî welatî ye û welatê çavkanî vê yekê çawa bixwaze wisa dike. Ev nêzîkatî piranî ji aliyê welatên ku çavkaniya avê ne hatiye parastin û lê belê bi demê re wateya xwe ya civakî ji dest daye. Ev nêzîkatî hem li têkiliyên baş ên cîrantiyê nayê hem jî venenihartin û mafê bikaranîna mutleq rê li ber felaketên hawirdorê vedike.

B. Nêzîkatiya Rewşa Xwezayî: Ev nêzîkatî her cure kiryarên welatê xwedî jêdera avê  yên weke guherandina miqdara herikîna xwezayî ya avê û kalîteya avê qedexe dike. Li gorî vê nêzîkatiyê mafê tu welatên tune ye ku herka avê ,  aliyê çûna wê û guherandina kalîteya ava  ku jê derdikeve û ber bi welatekî din ve diherike,  biguherîne.

C. Doktrîna Serweriya Pêşbikaranînê: Li gorî vê nêzîkatiyê, welatên ku li gorî welatên cînar ava li ser erdê xwe zêde bi kar tîne, bi qasî ku vê rewşê bidomîne têkildarî van çavkaniyan xwedî hin mafên cuda ye. Dema ku  welatên din jî dest bi bikarnîna van avan kir, neçar e ku li gorî vê yekê tevbigere. Neçar e ku zirarê nede mafên welatên cîran. 

D. Doktrîna Bikaranîna Adil: Ev nêzîkatî mafê bikaranîna wekhev a çavkaniyên avê yên welatên jorîn û jêrîn esas digire. ji ber vê yekê roja îroyîn gelek welet vê nêzîkatiyê dipejirînin. Li gorî vê yekê hemû welat li ser bikaranîna çavkaniyên avê xwedî mafên wekhev in. Li gorî vê yekê hemû alî dixwazin ku zêdetirîn feydeyê ji çavkaniyan werbigirin û zirar neyê çavkaniyên avê. 

TIRKIYE AVÊ WEKE GEFEKÊ BI KAR TÎNE

Tirkiye di çarçoveya Projeya GAP’ê de dixwaze li Semsûr, Êlih, Amed, Dîlok, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Riha û Şirnexê li ser çemên Firat û Dîcleyê 22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê çêbike. Di çarçoveya Projeya GAP’ê de bendavên Karakaya, Ataturk, Êlih, Kralkizi, Dîcle, Bêrecîk û Karamişê hatin temamkirin û hilberîna ceyranê dest pê kiriye. Di çarçoveya projeyê de erdên ku ji bo çandiniya avî hatiye vekirin 272, 972 hektar e. Ev rêje tê teqabilî ji sedî 15 erdên ku ji bo çandiniya avî hatine vekirin. Xebatên Tirkiyeyê yên ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de wê daxwaza avê zêde bike û wê hem kalîteya ava diherike Sûriyeyê û Iraqê û hem jî wê miqdara wê kêm bike. Her du welat jî vê mijarê di platformên navneteweyî de dikin mijara nîqaşê. Çimkî  hewcehiya her du welatan jî bi çandiniya avî û vê avê heye. Çemên Firat û Dîcleyê di jiyana aborî û civakî ya her du welatan de xwedî roleke mezin in û helwesta Tirkiyeyê ji bo jiyana her du welatan ya aborî û civakî weke gefekê ye. Di dawiya pêvajoya ku bi bendava Kebanê dest pê kir û bi bendavên Karakaya û Ataturkê berdewam dikin, Tirkiye piştî  zextên navneteweyî  neçar ma ku di sala 1987’an de bi Sûriyeyê re peymanekê îmze bike. Li gorî vê peymanê Tirkiyeyê garantî daye ku ji Çemê Firatê di sanyekê de 500 metrekup avê  bide Sûriyeyê. Ger ev rêje mehekê kêm bibe, Tirkiye neçar e ku meheke din ava kêmbûyî telafî bike û bide Sûriyeyê.

Lê belê di sala 1990'î de çêkirina bendava Ataturkê bi dawî bû û aliyê Tirkiyeyê ji bo bendavê dest bi girtina avê kir û 30 rojan deriyên bendavê girt û nehişt ku av biherike aliyê din. Her wiha protokol ji aliyê Tirkiyeyê ve hate binpêkirin û Tirkiyeyê nehişt ku di sanîyeyekê de 500 metrekup av biherike aliyê din. Piştre ji ber pirsgirêkên li Iraq û Sûriyeyê her du dewlet jî  lawaz bûn û Tirkiye di mijara bikaranîna ava çemên Firat û Dîcleyê de li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya. Her wihabi taybetî jî Çemê Firatê ji bo Sûriyeyê gelekî girîng e. Bi taybetî jî zirara piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê mijara  ewlekariya kelûpelên xwarinê bi xetereyeke mezin re rû bi ma. Ji ber vê yekê ava ku ji çemê Firatê diherike Sûriyeyê gelekî girîng e. Her wiha hewce ye di navbera Sûriyeyê û Iraqê de jî peymanek were îmzekirin. Beriya şerê navxweyî Sûriyê dest bi xebata avdana 800 hektar erdî kiribû lê belê ji bo vê yekê jî niviya ava Firatê bi kar bîne jî rêjeya ku diherike Iraqê gelekî kêm dibe. Ji ber vê yekê di mijara bikaranîna avê ya wekhev de hewceyî bi rêbazeke adil heye. 

Her wiha bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Tirkiye ji ber sedemên siyasî bi avê gefan li cîranên xwe bixwe. Di serdema Ozal de Tirkiyeyê bi awayekî eşkere gefa qutkirina ava Firat û Dîcleyê xwaribû ku digot ger helwestek li dijî Tevgera Azadiya Kurd neyê nîşandan ew ê avê qut bike. Lê belê piştî bertekên hatin nîşandan careke din bi awayekî eşkere ev yek nekir lê belê bi avayekî veşartî, ev yek li dijî her du welatan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar anî. Komeleya Cotkaran a Iraqê destnîşan kir ku piştî bendavên ku Tirkiyê li ser çemên Firat û Dîcleyê çêkirine, rêjeya ava ku diçe Iraqê ji sedî 80 kêm bûye û 124 milyon hektar erd êdî ji xaka çandiniyê derketiye. Ev helwesta Tirkiyê di platformên navneteweyî de bûye mijara nîqaşê û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya Pêşketina Tirkiyeyê ya sala 2005’an de pêşniyar kiriye ku rêveberiya ava Firat û Dîcleyê ji aliyê komîsyonekê ve were kirin ku Îsraîl jî di nava van welataan de ye.

Pirsgirêkên weke jîngehbûna herêmên ziwa û zêdebûna nifûsê ya li van herêman her ku diçe mezin dibin. Li gorî  lêkolîneke ku têkildarî  şerê navxweyî yê Sûriyeyê û ziwabûnê ye,di destpêkirina şerê navxweyî de ziwabûna demkî û ya dijwar rê li ber zêdebûna rageşiyan vekiriye. Yanî ziwabûn bûye sedema koç û pevçûnan. Ger tedbîrên hewce nayên standin wê wê ji ber ziwabûnê pirsgirêkên cidî yên civakî rû bidin.  Têkildarî vê yekê Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê (WRI) asta  rêjeya avê, kêmbûna avê û reqabetê ya 167 welatan ya ji sala 2015’an heya sala 2040’î lêkolîn kiriye û destnîşan kir ku wê 33 welat di sala 2040’î de ji ber avê pir bi zextan re rû bi rû bimînin. 14 ji van welatan li Rojhilata Navîn in. Hatiye pêşbînîkirin ku ev ewlat wê di pêşerojê de bi gelek pirsgirêkên ji ber avê re rû bi rû bimînin.
 
Bi taybetî jî di tim navbera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de girêdayî  mijara bikaranîna hevpar a ava çemên Firat û Dîcleyê , pirsgiran rû dane.  Ji ber ku herêm ji aliyê rêveberiyên baş ve nayên birêvebirin û gel beşdarî rêveberiyê nabe hin caran rageşî hema bibêje bûne sedem ku  pevçûn derbikevin. Piştî salên 1940’î Tirkiye, Sûriye û Iraq hatin li ba hev û ‘Protokolên  Dostanî û Cîrantiya Baş’ îmze kirin lê belê bi tu awayî encamên ku dihatin hêvîkirin, nehatin bidestxistin. Li gorî van protokolan, Tirkiye di avaniyên ku wê li ser her du çeman çêbike de ne tenê berjewendiyên xwe her wiha wê di çarçoveya berjewendiyên Iraq û Sûriyeyê de jî tevbigere. Lê belê bi demê  Tirkiyeyê ev sozên xwe bi cih neanîn û zirar da van têkiliyan. Yekem kirîza mezin a di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de di dema tijekirina bendavên Keban û Tebqayê de pêk hat. Di pêvajoya tijekirina bendavê deTirkiyeyê bêyî agahiyê bide hikûmeta Iraqê, li ser daxwaza şîrketa Emerîkî  ku çêkerê bendavê ye, di saniyeyekê de 450 metrekup av berda aliyê din. Di heman pêvajoyê de Sûriyeyê di tijekirina bendava Tebqayê de li hemberî Iraqm heman tişt kir û rêjeya ava Firatê ya ku diherikî Iraqê gelekî kêm bû. Vê  yekê zirareke mezin da çandiniya Iraqê. Piştî vê yekê têkiliyên Iraq û Sûriyeyê ber bi şerî ve çû û bi navbeynkariya Erebîstana Siûdî pirsgirêk bêyî ku bibin sedema şerî hatin çareserkirin

Heman pirsgirêk heya sala 1987'an dewam kirine û her du aliyan bi tu awayî li hev nekirine. Protokola ku di sala 1987'an de di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hate îmzekirin, weke xaleke gelekî girîng tê qebûlkirin. Li gorî vê yekê, Tirkiye wê di saniyeyekê de 500 metrekup avê berde heya ku hikûmetên Sûriye û Iraqê di navbera xwe de peymanekê îmze dikin. Piştre Sûriye û Iraq di sala 1990’î de li Bexdayê hatin li ba hev û di navbera xwe de  pêk hatin ku ji sedî 58’ê ava ku ji çemê Firatê tê, bidin Iraqê.

Lê belê ev peyman tim hatin binpêkirin û gazindên aliyan yên ji hev  berdewam kirine. Tevî ku dewletên Sûriye û Iraqê di warê leşkerî de xurttir bûn, Tirkiye baldartir tevdigeriya. Lê belê ev demeke dirêj e ku Tirkiye bi awayekî kêfî tevdigere. Bi taybetî jî têkiliyên li gel  Iraqê yên di vî warî de tim bipirsgirêk in.  Hin aliyên Parlamentoya Iraqê demeke dirêj banga rawestandina têkiliyên bazirganî yên li gel Tirkiyeyê kirin. Bo nimûne di pêvajoya wezîrtiya Ahmet Davûtoglû de seredanek ji bo Bexdayê pêk hat û di seredanê de mijar ji aliyê rayedarên Iraqê ve dubare hate rojevê, rayedarên hikûmeta  Iraqê bi awayekî eşkere bêbaweriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê anîn ziman û pêşniyar kirin ku pirsgirêk ji aliyê NY’ê ve were çareserkirin. Lê belê di van salên dawî de em dibînin ku pirsgirêka avê bûye sereketirîn rojeva Tirkiye û Iraqê û wisa xuya dike ku wê pirsgirêk di pêşerojê de jî berdewam bike.

Her wiha Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Aûn Ziyap Ebdullah di hevpeyvîneke xwe ya 10.02.2024’an de polîtîkayên Tirkiyeyê yên avê rexne kiribû û gotibû ku hewce ye Tirkiye di saniyeyek de 500 metrekup avê berde û girêdayî vê yekê jî hewce ye 260 metrekup av bigihîje  Iraqê. Û diyar kiribû ku di van salên dawî de rêjeya ava ku digihîje Iraqê weke 180 metrekupan e û vê yekê zirareke mezin daye aborî û çandiniya Iraqê. 

ROJHILATA NAVÎN HIŞYARIYÊ DIDE

Ji aliyê Enstîtuya Rêvebiriya Avê ya Navneteweyî (IWMI) ve ji bo analîzkirina rewşa avê ya welatan lêkolîn hatine kirin û ev  encam hatine bidestxistin: Li welatekî  rêjeya avê ya serane di bin 1700 metrekupî de be ev yek tê wê wateyê ku li wî welatî pirsgirêka avê heye.  Ger ev rêje di bin 1000 metrekupî de be li wî welatî tenduristiya mirovan û aboriya welatî bi talûkeyê re rû bû rû ye, ger di bin 500 metrekupî jî de be  li wî welatî pirsgirêka avê pir cidî ye. Ger nifûsa cîhanê zêde bibe û çavkaniyên avê jî weke xwe bimînin wê rêjeya avê serane dakeve binê 1000 metrekupî. Bi taybetî jî ev yek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bûye talûkeyeke ku di demên nêz de xwe nîşan bide. Daketina rêjeya avê tê wê wateya girtina gelek qadên karî, bêkarmana mirovan, nebaşbûna tenduristiyê û zêdebûna koçberiyê. Ev yek hem ji bo kesên ku li wir dijîn û hem jî ji bo welatên din pirsgirêkeke mezin e û hewce ye hemû welat li dijî vê yekê bergiriyên hewce bistînin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn li gelek welatan rêjeya ava salane ya serane ya ku dikare were bikaranîn ji niha ve ya di bin 1000 metrekupî de ye yan jî nêzîkî vê rêjeyê ye. Ger ji niha ve bergiriyên hewce neyên stanstin, em dikarin bibêjin ku wê piştî demekê pirsgirêka avê li Rojhilata Navîn bibe sedema pevçûn, koçberî û şeran.

MODELA CIVAKA DEMOKRATÎK Û EKOLOJÎK WÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE 

Lê belê ger hewldaneke berovajî vê yekê were nîşandan û li Rojhilata Navîn hem çavkaniyên mirovî û hem jî yên xwezayî yên rast werin bikaranîn; Wê di pêşketina aborî û pêşketina civakî de geşedanên baş pêk werin. Di lêkolînekê de hate destnîşankirin ku lêkolîn di sala 2010’an de ji aliyê Enstîtuya Avê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIWI) ve hatiye kirin, avên dersînorî dikarin tevkariyeke zêde ya baş li kalîteya jiyanê û xwezayê bikin. Li vir pirsgirêka sereke ev e:  ‘’Polîtîkayeke avê ya baş çi ye?’’ Rasttirîn bersiva vê pirsê em dikarin bibêjin ku  rizgarbûna civakên Rojhilata Navîn ji dîktatoran e û di navbera xwe de di warên huner, bazirganî û sîyasetê de pêşxistina têkiliyên gelan yên rasterast in. Hûn li kijan pirsgirêka Rojhilata Navîn binêrin weke bersiva çareseriyê wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikeve li pêşiya we. Li Rojhilata Navîn ku gelekî gel û bawerî lê dijîn, Konfederalîzma Demokratîk û Modelên Civaka Ekolojîk û Demokratîk weke tekane rêya  çareseriya pirsgirêkan derdikeve holê. Çandên cuda mezintirîn dewlemendiya Rojhilata Navîn in û ger ev dewlemendî baş werin bikaranîn û Rojhilateke Navîn a demokratîk were avakirin wê ji hemû pirsgirêkên li herêmê re piştî demekê çareserî werin peydakirin.

Rêveberên nezan ên netewedewletan ên li Rojhilata Navîn ji bilî mezintirkirina pirsgirêkan bi kêrî tiştekî nayên. Li herêmê av, hewa û ax her ku diçe qirêjtir dibe û ev yek jî rê li ber pirsgirêkên weke bidestxistina kelûpelên xwarinê yên bitendurist vedike. Heya ku hêrsa karkirinê ya neteweyên dewletparêz û desthilatparêz bi dawî nebe, ku modernîteya kapîtalîst sedema vê yekê ye, li Rojhilata Navîn tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘’Ekolojîk, Demokratîk û Azadiya Jinan esas digire’’ bi awayekî zelal hem jêdera pirsgirêkan hem jî rêya çareseriya wan nîşanî me hemûyan dide.

Rejîmên li Rojhilata Navîn ên ku ji civakîbûnê re bîyanî bûne, bi tena serê xwe ji bo tevahiya herêmê veguherîne felaketên mezin. Li herêmê ji bo çareseriya pirsgirêkan hewceyî bi têkbirina dewletên neteweparêz û feraseta sîyaseteke ku gelan esas digire were bidestxistin. Modernîteya kapîtalîst bi hêrsa xwe ya bidestxistina sermayeya zêdetir û metakirina hemû têkilyên xweza û mirovan re pirsgirêkên heyî hê jî mezintir dike. Lê belê berovajî wê yekê avakirina modernîteya demokratîk wê civakê li ser stûnên azadîparêz û ekolojîk ava bike.

Welatparêzên rasteqîn ên Rojhilata Navîn ên ku ji welatê xwe û cîhanê hez dikin, xwedî hişmendiya civak û jîngeheke baş,  bi esasgirtina paradîgmaya konfederalîzma demokratîk,ekolojiya demokratîk û paradîgmaya ku azadiya jinan esas digire ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dikarin pêvajoya Rojhilata Navîn ku ber bi rûxandinê ve diçe, berovajî bikin. Dikarin Kurdistan û Rojhilateke Navîn a nû ya azadîparêz û demokratîk ava bikin.

Çavkaniyên ku jê sûd hatine wergirtin
BBC News
https://www.bbc.com/turkce/articles/cp0gddnemjlo
Kovara Cografî İlimler: Îhsan Çîçek, Mûrat Ataol “Türkiye’nin Su Potansiyelinin Belirlenmesinde Yeni Bir Yaklaşım”
https://papers.ssrn.com/sol3/papers.cfm?abstract_id=3417839
DSİ (2010) Su kaynakları, (http://www.dsi.gov.tr/topraksu.htm, 13.11.2010)
Deutscher Bundestag, Wasser und Frieden:
https://www.bundestag.de/resource/blob/414094/f8ada583027822109fe5ed800dd931c2/wd-2-017-08-pdf-data.pdf
GAP (2010) Güneydoğu Anadolu Projesi genel çerçeve, (http://www.gap.gov.tr/, 10.10.2010)
Konfliktstoff Wasser – das Südostanatolien-Projekt: https://www2.klett.de/sixcms/media.php/229/104103-4309.pdf
Ortadoğu’da Değişen Dengeler ve Türkiye’nin Su Politikası: Üç Aşlamalı Plan’ın Sürdürülebilirliği? Mehmet ŞAHİN: https://tasam.org/Files/Icerik/File/otadoguda_degisen_dengeler_ve_turkiyenin_su_politikasi_uc_asamali_planin_surdurulebilirligi_5482c13b-3724-4b36-aaae-1f81d250eba4.pdf
TERRA Geographie für Sachsen: https://www2.klett.de/sixcms/media.php/229/konflikt_euphrat.pdf
Wasser und Entwicklunghttps://www.rudaw.net/turkish/middleeast/iraq/090220242