LI zanîngehên Belçîkayê protestoya Îsraîlê: Di ezmûnan de kopya serbest e

Komek akademîsyenên zanîngehên Belçîkayê ragihandin ku ji bo protestokirina şerê Îsraîlê li Xezeyê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ew ê xwendekarên ku di ezmûnan de kopya bikşînin wê rapor nekin.

Li gorî nûçeya rojnameya La Libre Belgiqueyê, piştî Emerîka, Îngilistan û Fransayê, piştevaniya zanîngehên alîgirên Filistînê li kampusên Belçîkayê belav bûye.

Akademîsyenên çalakvan ji ber nebûna helwesteke zelal a zanîngehên Belçîkayê li ser rewşa Filistînê û peywendiyên wan bi saziyên Îsraîlê re poşmaniya xwe anîn ziman. Akademîsyenan bêdengiya zanîngehan ên li hemberî binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer ên Îsraîlê rexne kirin.

Lêkolîner Kenza Amara Hammoû û xwendekara doktorayê Jouke Huijzer, tevî 20 çavdêrên din ragihandin ku ew ê xwendekarên di ezmûnan de  kopya bikşînin wê rapor nekin û ew ê li salonên dersê bi nîşan û kefiyeyan bigerin. Akdemîsyenan diyar kirin ku ev bertekeka li dijî binpêkirinên rejîma Îsraîlê ye û gotin. "Heya ku rektorên me binpêkirinên saziyên Îsraîlê yên hiqûqa navnetewey ji nedîtî ve bên dema xwendekar pîvanan binpê bikin em ê jî heman tiştî bikin."

Li Belçîkayê, Zanîngeha Gentê jî di nav de gelek sazî hatin dorpêçkirin û li Lîege jî di her mîtîngê de nêzî 300 kes hatin cem hev. Li Zanîngeha Gentê li ser daxwaza rektor polîsan kampus vala kirin. Ev çalakî li Belçîkayê bû mînaka yekemîn a "greveke çavdêriyê" ye. Derbarê van akademîsyen û xwendekarên ku di ezmûnan de kopya kişandine heta niha ji aliyê rayedarên akademîk ve tu bertek nehatine dayîn.

Gelek kampusên li Fransayê jî çalakiyên bi vî rengî, bi taybetî li derdora kampusên Sciences Poyê hatin astengkirin. Aktîvîstên alîgirê Filistînê avahiyên École normale supérieure (ENS) ya bi prestîj a Parîsê û Ecole des Hautes Etudes en Sciences Sociales (EHESS) a li Aubervilliersê dagir kirin, çalakî bi mudaxeleya polîsan bi dawî bû.