Çalakiya Şenyaşar di roja 115’an de bi serdanan dewam dike

Çalakiya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Edaletê di roja 115’an de dewam dike.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, dewam dike.

Dayik Şenyaşar tevî kurê xwe Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re di roja 115’an de  lil ber Wezareta Edaletê ya Tirk Nobeta Edaletê berdewam kir. 

Endam û rêveberên Alinterî, Partiya Saadet û Partiya Emek (EMEP) yên navçeya Çankaya serdana Emîne Şenyaşar kirin.

Nûnera Enqereyê ya Alinteriyê Zarîfe Çamalan li vi axivî û got: “Daxwazek mafdar ya dayika Emîne heye; dixwaze berpirsên komkujiyê ji aliyê edaletê ve bên darizandin û mehkûm kirin. Ev daxwaz, daxwaza hemû dayikên ku dilên wan dişewite ye. Em ê jî heta daxwaza dayika Emîne pêk were piştgirî bidin têkoşîna wê ya edaletê.”