Di 149 mehên Komkujiya Roboskî de daxwaza edaletê hate nûkirin
Înîsiyatîfa Edaletê ya Ji Bo Roboskê di daxuyaniya xwe ya têkildarî 149 mehên Komkujiya Roboskî ya de diyar kir ku komkujiyên Roboskê û Refahê parçeyên heman polîtîkaya şer in.
Înîsiyatîfa Edaletê ya Ji Bo Roboskê di daxuyaniya xwe ya têkildarî 149 mehên Komkujiya Roboskî ya de diyar kir ku komkujiyên Roboskê û Refahê parçeyên heman polîtîkaya şer in.
Li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di 28’ê Kanûna 2011’an de 19 jê zarok 34 kes bi balafirên şer hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê re 149 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ku her 28’ê mehê ji bo hesaba komkujiyê bipirsin û kesên berpirsyartiya wan heye bên darizandin tên bahev li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî çalakiya ku pankarta “Bila kujer bên dîtin, Roboskê êdî tu caran” hate vekirin bûn.
Endamê hewldanê Tanju Gunduzalp diyar kir ku 149 meh, 648 hefte û 4 hezar û 535 roj di ser komkujiyê re derbas bûn û wiha got: “Edaleta ji bo Roboskê tê wateya dijderketina sînoran, şeran, birçîbûnê û jiyana di nava aştiyê de. Roboskê sembola şere jî û aştiyê ye jî. Edalet wijdana civakê ye. Kesên edaletê pêk neînin û necezakirin avakirin dê di rûpelên qirêj ên dîroka mirovahiyê de qet neyên jibîrkirin. Hewl didin veşêrin lê ev rewş kesên dest bi xwîn nikare veşêre. Kesên beriya 12 sal û nîvan li Roboskê komkujî pêk anîn û kesên duh zarok û penaberên li ser sînorê Refah Xezeyê di wargeha konan de qetilkirin kujerên heman siyaseta şer in.”