BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê di hefteya 622’an de bi biryardarî didome

Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 12 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê didome, di hefteya 622’an de ji aliyê komeke nû ve hat dewr girtin.

Bi pêşengiya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re azadî bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê domandin.

Çalakiya ku her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê çar welatparêzên ji herêma Bîelefeldê dewr girtin.

Mûrat Cîgal, Suleyman Dundar, Zeyde Şahîn û Şeyhmûs Ayyildiz nobetê dewr girtin. Berdevkê komê Mûrat Cîgal di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev çalakî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me dewam dike.”

Mûrat Cîgal got: “Çalakiyeke demdirêj û bênavber e. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe vê çalakiya xwe bidomînin.”

Cîgal bi bîr xist ku rojên borî dema ku çalakvan ne li cihê çalakiyê bûn êrîşeke faşîst- nijadperest pêk hatiiye û diyar kir ku êrîş ji aliyê “çeteyên Tirk” ve hatiye kirin.

Mûrat Cîgal wiha berdewam kir: “Divê bizanibin ku em bi êrîşan wan dest ji çalakiya xwe naberdin. Li dijî van êrîşan bi hêztir bibin.”

Li aliyê din gelek welatparêz û dostên Kurdan ji roja ku faşîstên Tirk li dijî qada çalakiyê êrîş pêkanîn, ji bo piştevaniyê serdana Nobeta Azadiyê dikin. Îro jî koma ku ji bo şoreşgerê Tirk Ecevît Pîroglû çalakî kirin ku bi biryara radestkirina Tirkiyeyê ji sala 2021’an ve li Sirbîstanê tê girtin, piştre serdana çalakvanên Nobetên Azadiyê kirin û peyama têkoşîna mil bi mil dan.