BI DÎMEN

Li Saarbruckenê tecrîd hat protestokirin

Pergala qirkirin, êşkence û tecrîda Îmraliyê li Saarbruckenê hat protestokirin.

PERGALA TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Bi dehan Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê li hev civiyan, pergala qirkirin, êşkence û tecrîda Îmraliyê bi mîtîngeke protesto kirin.

Di mîtîngê de ku ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Saarlandê ve li ber Europa Galerîe hat lidarxistin, daxwaza demildest berdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin ku zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdeke mutlaq de ye û bi qedexeyên kêfî mafên wî tê astengkirin.

Kurdistanî bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropayê kirin ku erkên xwe bi cih bînin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.