Qîrîneke azadiyê ya dîrokî: Gelê Amazigh

Azadiya gelên cîhanê bi hişmendiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk mumkun e. Ji vê re jî wê gelên Amazî û Kurd pêşengî bikin; gelan û cîhanê bigihînên paşerojeke azad.

GELÊ AMAZÎGH

Gelê Amazigh (Amazî) ji aliyê belavbûna li welatên cuda ve dişibin gelê Kurd. Ew bi xwe yek ji gelên herî qedîm ê Bakurê Afrîkayê ye. Di roja me ya îro de li neh welatên Afrîka dijîn: Fas, Cezayîr, Tunus, Lîbya, Malî, Nîjer, Burkîna Faso, Misir, Morîtanya. Ji ber ku piştî li ser wan dagirkerî hatiye destpêkirin, wekî gel çand û zimanê wan hatiye qedexekirin û hatiye bişaftin. Di roja me ya îro de heta ku mirov nebeje ‘Berberî’ ti kes vî gelê qedîm nas nake. Heta ji wê jî pêştir wekî trajediyeke îronîk hin civakên Amazî bi xwe jî ji xwe re dibêjin “em Ereb in”. Tevî ku niha bi piranî bûne Misilman jî di nava xwe de baweriyên cuda jî dihewîne. Zimanê ku gelê Amazî pê diaxife, dikeve beşa zimanên Afroasyayî.

Eger em bi hişmendiya netewe-dewletê li gelê Amazî binêrin fêmkirina wan zehmet e. Ji ber çi? Ji ber ku gelê Amazî li gelek welatan, di nava sînorên gelek dewletan de dijî û bê dewlet in; lê bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi dîroka xwe ya berxwedêr, bi girêdana xwe ya bi axa xwe ve yek gel (Amazî) e. Li gorî hişmendiya netewe-dewletê, ‘hewce dike her gelî dewleteke wî hebe, alake wî hebe, tenê yek ol û yek zimanê wî hebe. Naxwe ew gel nabe neteweyekê, nabe miletekî’. Lê gelê Amazî tevî ku bi sedan sal dewleteke wan tinebûye, bi taybetî bi şiklê xwe yê eşîrî, bi zimanê xwe û bi çanda xwe ya civakî, civaka xwe parastine. Mînak, heta vê dema sedsala 21. li Fasê wekî Kabily (Kabîlî, 30-40 milyon), li Tunusê wekî Jerb (90 hezar), li Lîbyayê İnfusen (Înfûsen), li Misirê Siwî (Sîwî), li Malî  û welatên rojavayê Afrîkayê wekî Tuareg (2-3 milyon) tên zanîn û ew jî xwe bi vî şiklî pênase dikin. Tevî ku rastiyeke wisa heye, ji ber ku tenê li parzemîna Afrîkayê di erdnîgariyeke pir berfireh a bi qasî 5 milyon m2  dijîn, bi taybetî ji aliyê ziman ve di nava dîrokek dûrûdirêj de hema bêje lehçeyên cuda yê malbata Tamazî (Gelê Amazî ji zimanê pê diaxifin re dibêjin Tamazî) diaxifin.  Lê dîsa jî ji aliyê esasên çanda civakî ve (ziman, dîrok, pêkhateya eşîrî, girêdana bi axê û hwd.) digihîjin hev. Hin ferq û cudahiyên wekî lehçe-şîve, sînorên dewletên cuda) wan ji hev naqetîne, berewajî, ev faktor dibin dewlemendî û rengîniyeke gelê Amazî. 

DÎROKA QEDÎM A GELÊ AMAZÎ

Ev gel, gelekî qedîm ê Bakûrê Afrîkayê ye. Li gorî lêkolînên dîrokî, dîroka wan diçe heta pênc hezar salî. Dîsa di hin şkêftên li herêmê de, li ser dîwaran resmên pêşiyên wan ku di serdema paleotîkê de hatine çêkirin, hatine vedîtin.  Ev tê maneya ku gelekî wisa yê kevnare ye; kok û rayên wan ji dîrokek hê pir kevn tê. 

Bi alîkariya lêkolînên arkeolojîk, destpêkê hatiye texmînkirin ku (Gordon Childe-1930), şoreşa Neolîtîkê li Hîlala Bi Bereket  çêbûye. Ji wê derê belavî çar aliyên cîhanê bûye. Lê di encama  lêkolînên ku Broodway di sala 1960’an de kiriye, hê baştir hatiye fêmkirin ku navenda vê şoreşê Mezopatamyaya jorîn e, serê çemên Dîcle û Firat e; yanî Kurdistan bi xwe ye. Destpêkê ji wê derê belavî  Hîlala Bi Bereket bûye û wiha belavî cihanê bûye. Çawa ku wisa ye, dîsa hatiye îsbatkirin ku (2.500.000 sal berê) mirovahî li Rojhilatê Afrîkayê bûye mirov, bûye civak û ji wê derê jî belavî çar aliyên cîhanê bûye. Li gorî vê, hin klanên ji Rojhilatê Afrîkayê derketine, li Bakurê Afrîkayê jî belav bûne; ji van hin klanên jî, li şkeftên herêmê resmên xwe çekirine. Vaye pêşiyên gelê Amazî ji rêwîtiyeke wisa ya dûrûdirêj tên. Ev mijar xaleke balkêş e, ku pêşiyên her du gelan di çêbûna mirovahiya îro de bi roleke çawa rabûne nîşan dide. 

Îbn-î Haldun (sedsala 14.) ku  fîlozofê destpêkê ye, li ser zanistên wekî sosyolojî, hîstohiyegrolojî û îktîsadê lêkolîn kiriye, û xebatên li vê qadê gihandiye asta zanistî, derbarê erdnîgariya Amazî li ser dijîn de wiha dibêje; “Ji erdînîgariya Misirê heta sînorên okyanûsa Pasîfîk, ji behra Spî heta bi çola Sahrayê, civakek bi navê Amazi ku bi zimanê Tamazî diaxife, dijî”. Ji bo ku hebûna gelekî, nirxên wî yên çandî û dîrokî were nîşandan, ev delîlên ku me anîne ziman pir jî ne hewce ne. Lê bêlê ji ber ku ‘dîrok’ timî ji aliyê hêzên emperyalîst-dagirker ve hatiye nivîsîn, gelên bindest, gelên bi qasî dîroka mirovahiyê kevn in hatine jibîrkirin, em van rastiyan radixin ber çavan. Naxwe, gelê Amazî, gelê Kurd, gelên Amerîkî yên çermsorik bi çand, ziman, dîroka civakî û rumetên xwe yên hwd. ne hewceyê ti îsbat û delîlan in. 

Wekî ku me aniye ziman, yek ji erdnîgariya ku gelê Amazî lê dijîn Misir e. Tê zanîn Misir welatekî bi Fîrawinê xwe bi nav û deng e. Thebes jî bajarekî Misirê yê bi bermahiyên dîrokî derdikeve pêş e. Di lêkolînên arkeolojiyê yên li vê herêmê hatine kirin de Perestgeha Amon hatiye vedîtin. Ev cih, xwe dispêre dîrokek pir kevn (B.Z. sedsalê 21.); yanî teqrîben bi qasî 3-4 hezar sal kevn e. Li vê derê di lêkolînên hatiye kirin de di nava nivîsên hiyegrolîf de qala gelê Amazî têkirin. 

Wekî li jorî jî xuya ye pirsgirêkeke herî bingehîn di naskirina vî gelî de bi navkirina vî gelî ye. Lê ev, ne kêmasî yan jî şaşitiyeke vî gelî ye. Eger cîhanê ev gel rasterast bi rêya wan nas bikira, wê demê ti   pirsgirêk yan jî tevlîhevî dernediket. Dibe ku bi temamî nayê zanîn ji kîjan demê ve ye, ev gel ji xwe re dibêje Amazîji. ‘Amazî’ tê maneya ‘civaka azad’, ‘mirovê/a azad’. Bi rastî jî vê civakê bi vî ruhî, bi hezaran sal jiyana xwe domandiye. 

Pirsgirêk, çavkaniya xwe ji ‘dîrokê’ digire, ji dîroka ku ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye nivîsîn digire. Li gorî daneyên dîrokî, cara destpêkê Ewrûpî bi rêya Yewnaniyên Entîk gelê Amazî nas dikin. Dema ku hewl didin Bakurê Afrîkayê dagir bikin, bi berxwedan û şerkeriyeke pir dijwar a Amaziyan tên pêşwazî kirin. Eşîr û klanên wê demê yên Amazî bi şiklê konfederasyon dibin yek û artêşên xwe ava dikin. Koledarî û talana Yewnaniyên dagirker qebûl nakin, ji bo parastina welat û civaka xwe şerê man û nemanê dimeşînin. Yewnanî ji vê civaka berxwedêr re bi zimanê Yewnanî dibêjin ‘barbar’ (di zimanê Yewnanî de barbar tê maneyê ‘wehş’, ‘hov’, ‘xeyrî medenî’, gel û civakên ne xwediyê dewlet). Xanedan û gelê Amazî bi artêşên Qartaca re jî gelek caran şer dikin. Şerkeriya wan, li wan dizivire: navê ku Yewnaniyan li wan kiribû Qartacayî jî bi kartîne. 

Bi taybetî Împaratoriya Roma ku hêzeke dagirker a Ewropî ye, mîrasa xwe ji dagirkeriya Yewnana Entîk digre.Ew jî gelek caran cih û warên gelên Bakurê Afrîka talan dikin. Gelê Amazî jî ji vê dagirkeriyê para xwe digre. Lê di her carê de bi şerkeriyeke ne kêmtîrî serdemên derbas bûyî tên pêşwazî kirin. Ji ber vê yekê, ev hêza dagirker jî navê ku Yewnaniyan li gelê Amazî kiriye bi kar tîne. Heta wekî gotina barbar (Barbaros) ku peyveke Yewnanî bûye, dibe gotinekî Romî. Ew jî ji gelê Amazî re dibêjin ‘barbar’, ‘barbarus’. Bi demê re ev gotin, wekî ‘berberî’ lê tê. Ev mijar jî bi şiklekî îronîk-trajedîk gelê Amazî û Kurdan nêzîkî hev dike. Îro ji ber ku Kurd ji bo ax û welatê xwe, ji bo ziman, çand û azadiya xwe têdikoşin ji aliyê dewletên dagirker ve wekî ‘terorîst’ tên sûcdarkirin. 

Piştî împaratoriya Romayê, dewletên Emewî û Ebbasî di bin navê cîhadê de Bakurê Afrîkayê dagir dikin. Bi taybetî gelê Amazî di berxwedanê de israr dike. Artêşên Ereb ên Misilman heft caran êrîşê dibin ser gelên Bakurê Afrîka û Amaziyan. Nikarin gelan teslîm bigirin. Ji bo êrîşa heştemîn amadekarî dikin. Berxwedana dawî balkêş e. Vê carê hêzên berxwedêr ên Amaziyan bi pêşengiya fermandereke jin a bi navê Kahîne, li çiyayên Atlas (Fas-Mexrib) dest bi têkoşînê dikin. Mixabin di encama şer de hêzên berxwedêr têkdiçin. Dîsa jî civaka Amazî (Kabily) zarokên xwe bi çîrokên vê berxwedanê mezin dike. 

Dibe ku ev berxwedana dîrokî ya gelê Amazî bi ser nekeftî be, lê di nava civaka xwe de ruhê girêdana bi jiyana azad ve timî zindî dihêle. Rola jinê ya di nava civakê de derdixe pêş. Mohamed Chatato ku ew jî zanyarekî Amazî ye, derbarê civaka xwe de tehlîleke wiha dike; “Di pergala eşîrî ya  Amaziyan de hê zêdetir dayikserwer e, lê di çanda Ereban de hê zêdetir zilamserwerî li pêş e.” Realîteya ku Dr. Mohamed Chatato ji bo civaka Amazî digihîne vê analîzê, kokê xwe ji dîroka bi hezaran sal a vî gelî û herî dawî jî ji berxwedana bê hempa ya Kahîna digire. 

Di vê nuxteyê de jî civaka Amazî û civaka Kurd, dişibin hev. Bi qasî ku daneyên arkeolojiyê bi dest xistine, navenda şoreşa Neolîtîkê erdnîgariya Kurdistana îro ye. Di vê şoreşê de faktora bingehîn û pêşenga vê şoreşê jî jindayik bûye. Civaka Kurd jî li ser vê mîrasê, îro bi taybetî di şoreşa Rojava de (YPJ-hêza parastina jinê) û beriya wê jî di têkoşîna azadiya gelê Kurd de YJA-Star ava kiriye.

Piştî vê pêvajoyê ji bo gelê Amazî hem ji aliyê çandî ve hem ji aliyê civakî ve serdemeke neyînî dest pê dike. Çand û zimanê Amazî hêdî hedî, li pêşberê çand û zimanên Erebî, dikeve rêza duyemîn. Bi taybetî çînên serdest ên Amazî hewl didin bi hezar tayî xwe bi qewmê Erebên Misilman ve girêbidin. Di nava tebeqaya jor ê Amaziyan de Misilmantî û Erebûn bi lez dibe. Mînak, ji ber ku fermandara şerê dawî jina bi navê Kahîna ye, artêşên Erebên dagirker ên wê serdemê Kahînayê, wekî peyv wekî ‘jina sêrbaz’ pênase dikin. Lê di zimanê gelê Amazî de ‘Kahîna’ wekî peyv tê wateya pêxember. Arteşên Erebên Misilman jî didin li ser kevneşopiya Yewnanî û împaratoriya Romayê. Amaziyan wekî ‘hov’, ‘wehş’ û ‘medeniyet nedîtî’ bi nav dikin. Civaka Amazî, nayê qeyd û bendên hêzên dagirker, hewl dide bi azadî û li gorî çanda xwe ya eşîrî bijî. Lewra jî dagirkeran pêşeng û fermandara Amaziyan Kahîne, bi navê ‘jina sêrbaz’ bi nav kirine. 

Piştî dagirkeriya dawî, vê carê jî hêzêke dagirker ê bi eslê xwe Turanî li ser gelên herêmê û gelê Amazî dibe kabûs. Împaratoriya Osmanî jî, demeke pir dirêj li vê herêmê hegemonyaya xwe berdewam dike. Ji aliyê aborî û polîtîk ve li pêşiya gelê Amazî dibe asteng. Dibe ku ji aliyê çandî ve zêde bandoreke wê nebe yan jî wisa xuya bike; Dibe ku gelê Amazî nekiribe Tirk yan jî piştî Osmaniyan zêde bandoreke çanda qewmê Tirk nemayibe, lê ji ber ku gelê Amazî ti car dagirkeriyê qebûl nake û şer dike, dagirkerên Osmanî  jî vî gelî wekî ‘berberî’ dide naskirin. Her wisa heya sedsala bîstemîn jî mixabin ev navlêkirin li cihanê belav dibe û Rûdinê.

DI DÎROKA NÊZ A BAKURÊ AFRÎKAYÊ DE ROLA GELÊ AMAZÎ Û BANDORA WAN A LI SER ÇANDA GERDÛNÎ

Di sedsala 8. de şaristaniya îslamê, di bin navê dewleta Emewî de xwe rêxistin kiribû. Heta Bakurê Afrîka xistibû destê xwe. Dema ku belavbûna vê şaristaniyê, gihaşt heta astekê ku êdî berê xwe da parzemîna Ewrûpayê. Fermandarê artêşên Emewî yê ku di tengava Cebelî Tariq (jixwe navê vê tengavê piştî wî bûye ‘Cebelî Tariq’) re derbas bûbû, Tariq Bîn Ziyad Amazî ye. Wekî tê zanîn piştî ku artêşên Emewiyan derbasî Ewrûpa-Îspanyayê bûn, Endulusa bi Emewiyan ve girêdayî ava kirin. Dema ku Ebasiyan dawî li dewleta Emewî anîn, Endulus wekî erdnîgariyeke cuda hebûna xwe domandiye. Dîsa di heman serdemê de civaka Amazî li Mexribê, dewletek ku navenda wê Merekeş e çêdikin. Ev, li her du aliyên tengava Cebelî Tariq xwe bi rêxistin dike; di parastina Endulusê de bi roleke girîng radibe. Hin rewşenbîr vê rola gelê Amazî (di şaristaniya Endulusê de rola Amaziyan, dewleta Miratib û hwd) di parastin û pêşxistina çanda îslamê de, bi rewşa Selehadînê Eyûbî yê Kurd re didin ber hev. Ji ber ku di dîrokek cuda de (sedsala 12.) Selehadînî Eyubî jî êrîşên Seferên Xaçiyan ên li ser Rojhilata Navîn dişkîne. 

Wekî Tariq Bîn Ziyad ku fermandarê wê demê ye û artêşên Îslamê bi saxlemî gihandiye erdên Ewrûpa, bi xwe Amazî bûye, gelek leşker, hunermend, zeneatkar û cotkarên şaristaniya Endulus a Emewiyan jî Amazî bûne. Faktora Endulus, di çêbûna şaristaniya Ewrûpaya îro û çanda gerdunî de tê zanîn. Ji ber ku mijara me ne bi taybetî dîrok û çanda Endulus e, ne hewce ye em mijarê zêde dirêj bikin. Lê em dixwazin pir sînordar be jî balê bikişînin ser çanda Endulusê. Di sedsala 11. de hêzên hegemonîk ên wê serdemê yên Ewrûpî, piştî şerên dûr û dirêj şaristaniya Endulusê hildiweşînin. Gelê Misilman ê Endulusê di qetlîamê re derbas dikin. Yên mayî mişaxtî dikin. Îro hê jî li Îspanyayê mizgeft, kumbet, turbe, û bermahiyên dîrokî ku ji aliyê gelên Ereb, Amazî hwd ve hatine çêkirin li ser piyan mane. Dema Endulus tê hilweşandin, li bajarê Granada di kutupxaneyekê de milyoneke pirtûk hebûye. Wan pirtûkan tînin, li meydana bajêr a bi navê Babûr dişewitînin. 

Ji vê karasata dîrokê tenê beşeke pir biçûk a pirtûkan xelas dibe. Di vê derbarê de fîzîknasê Fransî Pierre Curie di destpêka sedsala 20. de wisa dibêje; “Ji Endulusa Misilman ji me re 30 hezar pirtûk maye; me karîbû atomê parçe bikin. Eger nêviyê wan mayiba me yê karîba ji mêj ve di navbera galaksiyan de rêwîtî bikin”.  Dîsa di van pirtûkan de agahiyên li ser astronomiyê, çîrok, kronolojiya qralan, qural û qeîdeyên bazirganiyê û kirîn û firotinê hebûye. Li Endulusê asta perwerdeyê ewqas li pêş bûye ku piraniya gelê wê xwende bûye. Wê demê li Ewrûpayê tenê çend kesên li derdora qral û prensan xwendin-nivîsandinê dizanin. Ev mîrasa zanistî û çandî paşê li Ewrûpayê ji bo ku tevgera ronesans, reform û ronahîbûnê (ji sedsala 15.-16.-17. pê de) bi pêş bikeve, bi roleke girîng rabûye. Asta zanist, huner û felsefîk a îro li cîhanê heye, bi vê pênvgava dîrokî re rasterast girêdayî ye. Dema em vê rastiyê bînin bîra xwe, rola vî gelî di çanda cîhanî de hema ji ber xwe ve tê fêmkirin.

Ev nayê maneya her tiştê baş ê Endulisê, Amaziyan afirandiye. Jixwe hêza sereke ku Endulusê ava dike, motîve dike ol û manewiyata îslamê ye. Lê dema ku erdnîgariya Amazî (Bakurê Afrîka, Endulusa wê demê) lê dijîn, li ber çavan tê girtin, rola dîrokî (ji bo şaristaniya Ewrûpa û cîhanê) ya gelê Amazî ti delîl û îsbatan naxwaze. 

Di şerê cîhanê yê yekemîn de dema ku împaratoriya Osmanî têk diçe, ji hemû erdnîgariyên ku gelên Amazî û Ereb lê dijîn de paşve dikişe û ji hev belav dibe. Gelek erdên Bakûrê Afrîkayê ji aliyê Fransa û Îtalyayê ve tê dagirkirin. Heta sala 1962’an erdên Bakurê Afrîkayê bi taybetî Cezayir, dibe mêtingeha Franseyê. Gelên Amazî û Ereb ên li vî welatî dijîn, li dijî dagirkeriya Fransî xwe bi rêxistin dikin û şer dikin. Di şer de bi taybetî bi milyonan şervan û gelê Amazî şehîd dikevin. Di encamê de dewleta Cezayirê tê avakirin (1962). Lê belê bi derbeyekê, nijadperestên Ereb dest datînin ser hemû saziyên dewletê. Hebûna gelê Amazî tê înkarkirin. Zimanê wan tê qedexekirin. Faktora miletê Ereb derdixînin pêş. Ev aliyê gelê Amazî jî pir dişibe gelê Kurd. Di şerê rizgariya Tirkan de (1919-1921) M. Kemal bi Kurdan re tifaq çêdike. Kurd û Tirk li dijî emperyalîzmê şer dikin. Lê piştî ku komara Tirkiyeyê tê avakirin wekî li Cezayirê bûyî, Kurd jî li Tirkiyeyê tên înkarkirin. Bi dehan sal di qirkirana neteweyî re tên derbaskirin û çand û zimanê wan tê qedexekirin. 

Piraniya dewletên Bakurê Afrîkayê bi heman hişmendiyê, bi şiklê netewe-dewletan tên avakirin yan jî wekî li Cezayirê bûyî, bi komployan dest dadîtin ser saziyên dewletê. Gelên Amazî înkar dikin, tine dihesibînin (Tevî ku dewletên cuda di dîrokên cuda de hin mafên gelê Amazî nas dikin). Ji ber hişmendiya van dewletan, li erdnîgariyên Amazî lê dijîn xizmetên wekî, rê, elektrîk, derfetên xebitînê (febrîqa û hwd), nexweşxane, perwerde nayên pêşwazîkirin. Ji ber vê yekê gelê Amazî neçar dimîne, ji ber sedemên aborî, jiyanî û siyasî koçî metropolên Ewrûpayê bike (ji destpêka 1900’î ve). Niha tenê li Fransayê zêdetirî 2 milyon Amazî dijîn. Zêdetirî 1 milyon kes jî li welatên cuda yên Ewrûpayê dijîn. Ev jî rewşeke dişibe hev a gelê Amazî û Kurdan e. Kurd jî ji ber heman sedeman xwe diavêjin ber bextê (!) Ewrûpayê. Her du gel welatê xwe ji bîr nakin. Ji bo azadiya ziman, çand û azadiya welatê xwe komelgehên xwe ava dikin. Niha bi taybetî li Franseyê û li hemû Ewrûpayê bi hev dizanin. Diçin komelgehên hev, tevlî çalakiyên hev dibin. 

Erdnîgariyek din ku gelê Amazî (Înfusen, Tuareg) lê dijîn jî Lîbya ye. Amaziyên li vê derê dijîn, nêzîkbûna Xarîcî ya Îslamê diparêzin. Piştî ku Qedefî bûye rêveberiya Lîbyayê di astekê de bi vî gelî re têkiliyên xwe çêkirine. Bi taybetî dema ku di navbera Lîbya û dewleta Çatê de şer derketiye, Qedefî ji wan sûd wergirtiye; wekî hêza xwe ya Leşkerî bi kar aniye. Di destwerdana dawî ya hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn de, dîsa ji aliyê Qedefî ve wekî hêza şer hatine bikaranîn. Lê vê jî nekariye rêveberiya Qedefî ji planên emperyalîst xelas bike. Piştî ku pergala Qedefî hatiye tasfiyekirin, gelê İnfusen (Înfûsen) di 2013’an de li herêmên xwe sîstemeke dişibe Rojava ava kirine. 

Dîsa welatek ku gelê Amazî lê pir çalak bûye jî Malî ye. Amaziyên Tuareg li sahraya vî welatî, bi şiklê nîv-koçerî dijîn. Wekî her netewe dewletê piştî avabûna Malî jî Tuareg (bi zimanekî ji malbata Tamazî ye diaxifin) hatine înkarkirin. Heta wekî demekê li Bakurê Sûriye Kurd di serhijmaran de nedihatin hesibandin, wekî welatî jî nedihatin dîtin, Tuareg jî li Malî ji binî de dihatin înkarkirin. Lê dema bûyerên ‘Bihara Gelan’ dest pê kirin, Tuaregan jî Tevgera Rizgariya Azawad (MNLA) ava kirin. Piştî şerê çekdarî yê li dijî dewletê, li herêmên xwe serxwebûna xwe îlan kirin. Lê belê ji aliyê dewletên cîhanê ve di demeke pir kurt de hatin redkirin. Tevî vê jî li herêmên dijiyan serweriya xwe domandin. Dema ku serweriya dewleta Malî nema, El-Qeîdeyê midaxaleyê Maliyê kir. Berxwedana heyî ya Tuaregan (Amazî) zêde serkeftî nebû. Piştî El-Qeîdeyê Franseyê bi refleksên dagirkeriyê û bi plana NATO’yê dest danî ser Malî. Tuareg di parastina herêma xwe de dîsa zêde serkeftî nebûn. Ji derveyê Tuaregên li Maliyê, li Burkîna Faso, Nîjer, û Çad jî Tuareg dijîn; yanî warê Amaziyên li vê herêma Afrîkayê ji aliyê van dewletan ve hatiye dagirkirin. 

WEKÎ ENCAM:

Gelên Amazî û Kurd ji dewletên dagirker pir êş kişandine. Ne tenê êş kişandine, ev êşên kişandine ew nêzîkî hev jî kirine. Dibe ku ev nuxteyên hevbeş ên her du gelan de ne ji ber êşên ji dagirkeran dîtî bin. Nuxteya esasî ya her du civakan digihîne hev, ruhê azadiyê ye. Wekî ku rewşenbîrek ji bo Tuaregan dibêje; “Tuareg sînorên ji aliyê dewletan ve hatine xêzkirin, li ser heştirên xwe suwar bûyî, bêyî xem û fikar derbas dikin û wan sînoran pûç dikin”. Kurd jî ji sedan sal e pêde sînorên her çar dewletan tine dihesibînin. Têkilî û pêwîstiyên xwe yên jiyanê, çandî û heman netewebûnê didin domandin. Ji bo Kurdan berdêla vî ruhê azadiyê pirî caran mirin be jî ev hê didome. Her çendî sînorên erdnîgarî û sînorên bê mane yên dewletan, wan (Amazî û Kurd) ji hev dûr dixin jî, ruhê wan ê azadiyê yê şirîk wan digihîne hev. Hêzên mêtinger û emperyalîst ji vê taybetmendiya hevbeş a gelan pir ditirsin. Bi vê fikarê tifaqên şer ava dikin; xwînâ gelan dirêjînin û keda gelan desteser dikin. Wê demê; ma çima gelên Amazî û Kurd dengê dîrokî yê Kahîne û Bêrîtan (Bêrîtan, fermadar û şervaneke têkoşîna azadiya gelê Kurd e) guhdar nekin û nebin şopdarên wan?

Azadiya gelên cîhanê bi hişmendiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk mumkun e. Ji vê re jî wê gelên Amazî û Kurd pêşengî bikin; gelan û cîhanê bigihînên paşerojeke azad. Ji bo vê, pêwîst e ev her du gel hişmendiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk li cem xwe ava bike, bi gelên cîran re karibe jiyaneke hevpar ava bike, yekîtiya neteweyî çêbike. Gelê Kurd di şexsê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de di astekê de ev pêk aniye; sînordar jî be yekîtiya neteweyî çêkiriye, bi gelên cîran ên wekî Ereb, Ermen, Aşûr û hwd. re di nava heman meclîs û komînan de cih digire. Ji bo her etnîsîteyê, zanebûna-şûra azadiyê ji her tiştî li pêştir e. Hê jî gelek karên werin kirin hene. 

Her wisa jî hewce ye gelê Amazî, destpêkê di çarçoveya ruhê Amazîbûnê de bi ruhê azadiyê, li kîjan dewletê, li kîjan erdnîgariyê dibe bila bibe, yekîtiya xwe ya neteweyî çêbike û ji bo heman armancê (azadiya ziman, çand, şûra dîrokî ya Amazîbûnê) têbikoşe; bi ti hêzan re li dijî xwîşk û birayên xwe yên Amazî, hevkarî û nokerî neke. Ji bo ku vê pêk bîne, rêxistinbûna xwe sazîbûna xwe çêbike; bike sîstem. Dîsa ji ber ku gelê Amazî jî wekî gelê Kurd (heta qat bi qat zêdetir) ji aliyê gelek dewletan ve hatiye dagirkirin, hema bêje li her dera Afrîka û Ewrûpayê belav bûye, li ser wî ferz bûye ku bi hişmendiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk xwe bi rêxistin bike; bi gelê Ereb û gelên din re di nava heman saziyan de, di nava heman rêxistinbûnê de ji bo jiyana azad, bi ruh û şûra azadiya gelan têbikoşe! Wê demê dê gelê Amazî jî karibe bibe faktoreke sereke ya  Konfederalîzma Gelên Cîhanê! Wê demê dê ji Afrîkaya ku di sedsala 16. ji aliyê hêzên dagirker ên Ewrûpî ve hatibûye kolekirin, qerîneke azadiyê belavî çar aliyên cîhanê bibe!

Çavkanî: Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan