Li Reqayê meşa ji bo azadiya Rêber Apo
Li Reqayê bi sedan kes tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.
Li Reqayê bi sedan kes tecrîda Îmraliyê protesto kirin û ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan.
Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê bi armanca şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo, meşek bi dirûşma "Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye, em ê bi hev re rêka azadiyê berdewam bikin" li dar xist.
Bi sedan şênî, endamên Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk tevlî meşê bûn û ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê ya bajarê Reqayê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire Erdogan", "Hilweşe Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.
Meş li Qada Jina Azad sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Dîlgirtiyan a Kantona Reqayê Dîma El Hemûd axivî. Dîma bi bîr xist ku dewleta Tirk bi ferzkirina pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Apo şerê tevahî projeyên demokrasiyê, bi taybetî projeya neteweya demokratîk dike.
Dîma anî ziman ku armanca dewleta Tirk şikandona îradeya gelan, têkbirina projeya demokratîk û biratiyan e û got, ev yek di êrişên wê yên li ser binesaziya herêmê diyar dibin.
Dîma da zanîn ku serketina projeya Rêveberiya Xweser a ku bi fikrê Rêber Apo ava bûye, Erdogan û AKP bê çar kirine. Her wiha îşaret pê kir ku Erdogan û hikumeta serdest a li Tirkiyeyê ji ramanên Rêber Apo ditirsin, lewra her carê pergala êşkence û qirkirinê li hemberî wî nû dikin.
Dîma El Hemûd di dawiya axaftina xwe de got: "Wek malbatên şehîdan ên ku di rêya parastina projeya neteweya demokratîk de berdêlên giran dane, em ev meş li dar xistiye da ku bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka navneteweyî bikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin. Em ê çalakiyên berdewam bikin ta Rêbertî bi fîzîkî azad bibe.”
Di dawiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "H ilweşe Komploya Navneteweyî" hatin berzkirin.