Li Reqayê jinên ku endamên DAÎŞ’ê ne hatin girtin
Li Reqayê komeke jin a endamên çeteya DAÎŞ’ê hatin girtin.
Li Reqayê komeke jin a endamên çeteya DAÎŞ’ê hatin girtin.
Bûroya Çapemeniyê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê daxuyaniyek da û got Hêzên Ewlehiyê yên Jinan ên Navxwe komeke jin a endamên çeteya DAÎŞ’ê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Beriya bi çendekê Hêzên Ewlehiyê yên Jinan komeke jin a ku ji bo DAÎŞ’ê xebatên îstîxbarî dikirin, destgîr kirine.’’
Bi berdewamî hate gotin, ‘’Hin derdoran girtina kesên navborî xwestine ji bo berjeweniyên siyasî bikaranîn û êlên herêmê ji bo vê mijarê tehrîk bikin. Lê hewldanên wan bi ser neketine.’’
Diyar bû ku dosyaya jinên ku hatine girtin ji yekîneyên Dada Civakî re hatine şandin.