Li Reqa û Çilaxayê Şîlan Kobanê û hevreyên wê hatin bibîranîn

Şehîd Şîlan Kobanê û hevreyên wê di 20’emîn salvegera şehadeta xwe de li kantona Reqayê û bajarê Çilaxayê hatin bibîranîn.

ŞÎLAN KOBANÊ Û HEVREYÊN WÊ

Endama Komîteya Navendî ya PYDˈê Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hîkmet Tokmak (Fuad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) 29’ê Mijdara 2004’an bi komployekê hevbeş a rejîma Baasê û dewleta Tirk a dagirker li bajarê Musil yê Iraqê hatin şehîdxisitin.

REQA

 Meclisa Jinan a PYDˈê bi hevkariya Meclisa Mlbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi armanca bîranîna şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê civînek li avahiya Çand û Hunerê ya li bajarê Reqayê li dar xist. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Idlib El Xedra, PYD, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, malbata şehîd Şîlan û malbata şehîd Cemîl beşdarî bîranînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Ebîr El Hac şehîd Şîlan û hevalên wê bi bîr anîn û pesnê berxwedana wan da.

Berdevka Meclisa Jinan a PYDˈê Fatima Xelîl jî bal kişand ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê û hinek rojnivîsên wê xwendin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser şehîd Şîlan hat pêşandan û malbata şehîd Şîlan û ya şehîd Cemîl hatin xelatkirin.

Di dawiya civînê de mûm hatin pêxistin.

ÇILAXA

Bi heman armancê Meclisa PYDˈê ya Çilaxa daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên Meclisa Bajarê Çilaxa, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên PYD, saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî  hate dayîn.

Daxuyanî li ber avahiya PYDˈê ji aliyê endama PYDˈê Nezha Seyfedîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîd Şîlan her çar hevalên wê hatin bibîranîn û hate gotin, têkoşer Şîlan ji dema tevlêbûna wê ya nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê heya kêliya şehadeta wê mînaka jina azad bû.

Di daxuyaniyê de ta pêkanîna armancên wan soza domandina xeta şehîdan hate dayîn.