Li Racoyê 2 kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Racoyê 2 kes revandin.

Li Efrînê zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker berdewam dike. Heta niha gelek welatî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin û îşkencekirin. Li navçeya Raco ya kantona Efrînê, çeteyên "Polîsa leşkerî" duh 2 welatî ji şêniyên gundê Mamala yê girêdayî navçeyê, bi tawana ku beriya kanton were dagirkirin, nobetdarî digirt, revandin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê welatiyê bi navê Abdîn Birîm (40) û Mihemed Omer (45) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin. Hate zanîn ku welatiyên hatine revandin li navendeke çeteyan a li navçeya Racoyê tên girtin.

Her wiha berî çend rojan zarokekî welatiyê bi navê Xalid Ednan (Ado) û zarokekî malbatên ji derveyî herêmê hatine li hev xistine, çeteyên Lîwaa Semerqend ên dewleta Tirk a dagirker ku li gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ne, roja şemiyê ser mala Xalid Ednan girt û li pêşiya çavê malbatê li zarokê wan da. Di encama wê lêdana zêde de, kurê Xalid Ednan rakirin nexweşxaneyê.

Dîsan li navçeya Şera, serçeteyê Sultan Silêman Şah (Amşat) Mihemed Casim (Ebû Emşe) beyî sedem, 2 hezar dolar li ciwanê bi navê Hesen Rifet xwestiye û heke ew baç neda gefa lêdan û revandinê lê xwarin e.