Li Qamişloyê gel li hemberî dagirkerî û îxanetê daket qadan

Li Qamişloyê bi sedan kes li dijî êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê daketin qadan.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan û yên sivîl li dijî êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê daketin qadan. Her wiha bêdengiya navneteweyî jî hate şermezarkirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş a li rojavayê bajêr dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan, alên PYD’ê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û pankartên bi nivîsên “Na ji gefên dewleta Tirk a faşîst re, na ji guhertina demografîk re, herêmên me ewle ne, na ji bêdengiya navneteweyî li hember qirkirina gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Erdogan kujerê zarokan e” bilind kirin.

Xwepêşandan li Çerxerêya Cotkaran a taxa Kornîş veguherî mitîngê, li wê derê endamê Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) li Qamişlo Silêman Ebû Bekir axivî. Ebû Bekir êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên bêmirov bi taybet êrişên piştî lihevkirinên dualî û sêalî yê li Tehran û Soçiyê, şermezar kirin û got: “Armanca wan lihevkirinan tunekirina hebûn û îradeya me ye û bazara li ser xwîna me ye.”

Ebû Bekir her wiha bang li hêzên ku îdiaya demokratîk û mirovahiyê dikin, kir ku li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Silêman Ebû Bekir bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û beşdariya wê tevî artêşa Tirk a dagirker di êrişan de û got: “PDK rê li dagirkeriya Tirk re vedike da ku êrişan li dijî hêzên HPG’ê pêk bîne. PDK bi karên ku dike, ketina xwe di çirava xiyanetê de piştrast dike.”

Ebû Bekir bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK’ê bisekinin û sînorekî jê re deynin.

Silêman Ebû Bekir amaje bi komkujiyên deshillata Îranê li dijî gelê Kurd û jinan bi taybetî kir û wiha axivî: “Rejîma Îranê bi siyasetên xwe yên zordestiyê ku herî dawî Jîna Emînî ya 22 salî kuşt, dixwaze rastî û îradeya jina azad ji holê rake.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên li dijî xiyanet û ajantiyê û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.