Li Qamişloyê di êrîşa hewayî de 4 şehîd

Hate ragihandin ku di êrîşa bi balafira bêmirov a bombebarkirî de ya li taxa Mahata ya bajarê Qamişloyê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Qamişloyê de 4 şervan şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de navendê ev agahî parve kirin: "Bombebarana sîstematîk a dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û navendên ewlehiyê berdewam e ku vê sibê balafireke dewleta Tirk a dagirker navenda hêzên me li Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de 4 hevalên me şehîd bûn û yek jî birîndar bû."

Di dewama daxuyaniyê de navendê got: "Dema hêzên me xwestin biçin navendên xwe ji bo ku pêdiviyên pêwîst ji operasyona ewlehiyê ya li Kampa Holê peyda bikin, êriş pêk hatiye. Ev jî hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk bi çeteyan re, diyar dike ku dixwaze vejîne û êrişên terorîst li dijî ewlehiya herêmên me pêk bîne."

Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz da ku ji her demê bêtir, hewl bidin ewlehiyê û aramiya li herêmê biparêzin.