Li kantona Efrînê êrîşa bi balafira bêmirov a bombebarkirî

Dewleta Tirk a dagirker gundê Bêne yê ku girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye cara duyem bombebaran kir û di encamê de gundiyek birîndar bû.

Li gundê Bêne yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ku ji sala 2018’an û vir ve ji aliyê dewleta Tirk hatiye dagirkirin, baregeh û maleke girêdayî hikûmeta Şamê bûn hedefa êrîşên balafirên bêmirov ên bombebarkirî.

Li gor agahiyan gundiyek birîndar bû û xesarên madî li herêmê bû.

Dewleta Tirk serê sibehê jî 2 baregehên li gundê Bêneyê ku aîdî hikûmeta Şamê ne bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bombe kiribû û di êrîşê de xesarên madî pêk hatibûn.