Li Hesekê çeteyên DAÎŞ'ê êrişên li dijî zarokan zêde kir

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê ya Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin, ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê êrişên xwe yên li dijî zarokan zêde kirine û hişyarî da ku armanc ji van êrişan ew e ku tevlîheviyê biafirînin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên rojên dawî yên li gelek deveran li dijî zarokan tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên çeteyên DAÎŞ'ê û yên dewleta Tirk bi hev re zêde bûne û hate gotin, herî dawî 28'ê Gulanê êvarê komên çete yên ser bi Enqereyê li navçeya Şedadê ya Hesekê bombe avêtin nava 4 zarokan.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê Şivan Silêman ji ANHA'yê re axivî û got, "Komên çete yên dewleta Tirk mîna DAÎŞ'ê bi rêxistiniyên xwe yên veşartî hewl dide li herêmê tevlîheviyê biafirîne, gel li dijî hêzên ewlekariyê sor bike û derbê li aramî û ewlehiya herêmê bixin. Bi vê armancê êrişê dibin ser zarokan."

Silêman diyar kir ku li dijî hucreyên çeteyan wan li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke xurt meşandine û wê planên qirêj ên dewleta Tirk têk bibin.

Silêman bang li şêniyên herêmê kir ku "Di têkoşîna dijî komên terorê de piştgiriya Hêzên Ewlehiya Navxweyî bikin."