Li Hesekê cenazeyê 3 şehîdan spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Hesekê cenazeyê 3 şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Cenazeyê şervanên YPG'ê Yezen El-Elî, Mûeyed El-Mûsa û şervanê Hêzên Erka Xwe Parastinê Mihsên Ehmed ên ku di demên cuda de dema li ser karê xwe bûn şehîd bûne, ji ber Meclîsa Malbata Şehîdan a bajarê Hesekê ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê bi rê ket.

Bi sedan welatî ji bo merasîma her sê şehîdên azadiyê li goristanê amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê Hêzên Erka xwe Parastinê, YPGê û YPJ’ê ve destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Heydar El-Hewalê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got:" Şehadet rûmeta herî mezin a cîhanê ye. Dîrok navên wan heta dawiyê wê bibîrbîne û bi saya fedekariya wan gel û welat rizgar dibin."

Di dewama merasîmê de endamê rêveber a Hêzên Erka xwe Parastinê Şiyar Delîl axivî û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya her sê şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyan spartin axê.