Li gundê Tehtikê yê Kobanê daristanek hate avakirin

Li rojhilatê Kobanê bi navê "Şehîd Botan" dar hatin çandin û daristanek hate avakirin.

Desteya Ekolojiyê yê navçeya Şêran û bi dehan endamên saziyên sivîl ji bo avakirina daristaneke nû ya bi navê şehîd Botan û ji bo xemilandina bajar û gundên girêdayî Kobanê berê xwe dan girê gundê Tehtikê û li wir dar danîn. 

Beriya vê jî ji aliyê Desteya Ekolojiyê ya Herêma Firat bi boneya 4’ê Nîsanê 10 hezar dar hatin belavkirin û gelek baxçe û daristan jî hatin avakirin. Li gundê Şêx Çopan 3 hezar dar li ser 7 hektaran hatin danîn û daristanek hate avakirin. Di 21’ê Sibatê de jî li navçeya Sirînê 2 hezar dar û di 16’ê Adarê de jî li navçeya Çelebiyê 700 dar hatibûn danîn.