Li gundê Qoda yê Racoyê 6 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Li derdora gundê Qoda yê herêma Racoyê, di encama çalakiya şervanên QSD'ê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wan hatin kuştin.
Li derdora gundê Qoda yê herêma Racoyê, di encama çalakiya şervanên QSD'ê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wan hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora gundê Qoda yê herêma Racoyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin.
Di encamê de 6 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û erebeyeke wan a zirxî hate rûxandin.
Şerê li herêmê didome.