Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 çete hatin kuştin

Li Girê Spî ya dagirkirî di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer derket. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Li Kantona Girê Spî di saetên piştî nîvro de di navbera çeteyên koma "Cebha El Şamiye" ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şer derket. Li gorî heman nûçeyê di encama şer de 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku şerê di navbera çeteyan de ji ber dizî û qaçaxçîtiyê derketiye û bi çekên sivik heta saetan berdewam kiriye.