Li Girê Spî artêşa Tirk dest danîn ser mal û milkê cotyarekê

Artêşa dewleta Tirk ya ji çeteyên DAÎŞ, El Nusra û hwd pêkaniye li Girê Spî bi hinceta ku ji bo ewlekariya herêmê gefe, cotkarek revandin û dest danîn ser mal û pereyên wî.

Cotyarê bi navê Fadî Hesen El-Remedan ê ji gundê Karmazat ê navçeya Girê Spî ji aliyê çeteyên Tîwaya El-Qaqa ya artêşa Tirk a dagirker ve hat revandin.

Şahidekê bûyerê da zanîn ku çeteyan piştî ku El-Remedan bi têkbirina ewlehiya herêmê sûcdar kirin û ew mecbûr kirin ku qebûl bike û bi telefonê dîmenên wî kişandin, 13 bermîlên mazotê, 2 telefon û 130 hezar lîreyên Sûriyê yên ayîdê wî dizin.     

Her wiha hat zanîn ku Fadî Hesen El-Remedan piştî bûyerê gelek caran li navendên çeteyan gilî kir, lê bê encam ma.