Li Efrînê paqijiya etnîkî: 64 hezar malbatên çeteyan hatin bicihkirin

Dewleta Tirk li Efrînê ya ku dagir kiriye, bi çarçoweya operasyona paqijiya etnîkî, piranî ji malbatên çeteyan bi kêmanî 60 hezar kes li bajêr bi cih kirin.

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên bi kontrola wan Efrîniyan bi zorê, bi êşkence û bi gefên ku wan li wan dixwe, bi komkujiyan derdixîne, li şûna wan jî malbatên çeteyan bi cih dike.

Vê sala dawî bi çarçoweya kampanyaya paqijiya etnîk bi deh hezaran kes li Efrînê hatin bicihkirin.

Ev kes di serî de ji Idlibê, ji deverên dî yên di bin dagirkeriya Tirk de ne van kesan tînin û li Efrînê bi cih dikin.

Li gorî ANHA'yê dewleta Tirk, piranî ji malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) 190 hezar kes ji Idlibê anî, li Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs û Raiyê bi cih kir.

Tê gotin piştî ku di navbeyna hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên dewleta Tirk li Idlibê şer kirin, malbatên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şamê ji bajêr derdixînin. Tê gotin 60 hezar ji van anîne Efrînê. Malbatên ku ji herêmên din anîne li Cindir3es, Şiyê, Bilbilê, Şêra û navenda Efrînê hatin bicihkirin.

Beriya niha jî piranî jê malbatên çeteyan 4 hezar kes li Efrînê hatibû bicihkirin. Bi van neqlên dawî hijara malbatên çeteyan ku li bajêr hatin bicihkirin bûne 64 hezar.

Hêzên dagirker ên Tirk, li gel malbatên çeteyan ku li herêmên Kurdan bi cih kirine, bi hezaran jê jî birin wargeha Atme û gundê Dêrbelûtê yê Cindirêsê. Her wiha hate gotin li gundê Mele Xelîl ê Cindirêsêj î kampên mezin hatine avakirin.