Li Efrînê li dijî çeteyan çalakî: 3 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Şervanên YPG/YPJ'ê îro li gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku li dijî navenda çeteyan pêk hatî de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

Şervanên YPG/YPJ'ê duh jî li navenda Efrînê li dijî benda kontrolê ya çeteyan çalakiyek lidarxistibû. Di çalakiyê de çeteyê bi navê Ebîd El Eziz Necar hate kuştin, 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûbûn.