Li Efrînê êrîşa hewayî: 3 zarok û 2 jin şehîd bûn

Ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li ser navenda bajarê Efrînê 5 sivîlên din şehîd bûn. Li gorî agahiyan 3 ji şehîdan zarok in, 2 jî jin in.

Êrîşên bi balafirên şer ên li navenda bajarê Efrînê ku danê nîvro ji nû ve dest pê kirin, dewam dikin. Balafirên şer ên Tirk bi taybetî bombeyan li sivîlan dibarînin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber êrîş hewayî ya danê nîvro 5 sivîl şehîd bûn ku 3 ji wan zarok in, 2 jî jin. Gelek sivîl jî birîndar bûn.

Ji duh êvarê û vir ve ji ber bomberdûmana giran, herî kêm 13 sivîl şehîd bûn. 7 ji şehîdan zarok in. Bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Efrînê ku bi sed hezaran sivîl lê ne êrîşeke giran a bi balafirên şer tê kirin.