Êrîşên bi balafirên şer ên li ser Efrînê dewam dikin -NÛ BÛ

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer ên li ser Efrînê dewam dikin. Balafirên şer careke din bombe li navenda bajêr barandin.

Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî bê navber êrîşî navenda bajarê Efrînê dike ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn. Bomberdûmana ku duh êvarê dest pê kir heta vê sibehê dewam kir. Ji ber bomberdûmana danê nîvro sivîlek birîndar bû.

Balafirên şer ên Tirk danê nîvro jî bombe li navenda bajêr barandin. Di encama bomberdûmanê de li gundê Trindê sivîlê bi navê Abdullah Eker (49) birîndar bû.

Ji ber bomberdûmana duh êvarê dest pê kir, heta niha 8 sivîl şehîd bûne ku 4 ji wan zarok in û herî kêm 21 sivîl birîndar bûne.

Li navenda bajarê Efrînê bi sed hezaran mirov dijîn.