Li Efrînê 7 welatiyên sîvîl hatin revandin
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li Efrînê her roj sivîlan direvînin. Hate ragihandin ku herî dawî li Şêrawayê 7 welatiyên sivîl ên din, ji hêla çeteyên artêşa Tirk ve hatine revandin.
Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê li Efrînê her roj sivîlan direvînin. Hate ragihandin ku herî dawî li Şêrawayê 7 welatiyên sivîl ên din, ji hêla çeteyên artêşa Tirk ve hatine revandin.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandî, çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li gundê Aysko yê navçeya Şêrewa ya girêdayî Efrînê 7 ciwan revandine. Hate ragihandin ku ciwanên hatî revandin birine cotgeha gund û li wir êşkence li wan kirine.
Navê ciwanên ku hatî revandin wiha ye: Omer Îbo (25), Hesen Bazo (19), Mihemed Hesen Ibrahîm (23), Welîd Haydar Ilkilo (38), Omer Cûma Eloko (30), Omer Nazo (31) ve Ebdo Xoce (35).