Li Efrînê 4 sivîlên din hatin revandin

Li Efrînê di nava 3 rojên dawî de herî kêm 24 sivîl ji aliyê hêzên dagirker ve hatin revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên Fûrqet El Hemzat li gundê Basûte yê Şêrawa 4 sivîl revandin. Nehate zanîn ku kesîn hatine revandin birin ku derê.

Navê kesên hatine revandin wiha ne; Hisên Cuma Kirêş (45), Mecîd Ebdo (50), Xeyrî Welîd Umer (27) ve Şadî Betal Qedrî (40).

Di nava 3 rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê herî kêm 24 kes revandin û bi êşkenceyê 2 kes jî qetil kirin. Li Efrîn3e bi hezaran darên zeytûnan ji aliyê dagirkeran ve hatin şewitandin. Talankirina li bajar jî didome.