Li Dûmayê topbaran: Herî kêm 30 sivîl mirin

Di topbarana li ser Dûma ya ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve bi operasyonekê hatiye dorpêçkirin de herî kêm 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku di bomberdûmana li Dûma ya dikeve rojhilatê Şamê ku bi desteka êrîşên hewayî ya bi yekîneyên rejîma Sûriyeyê re gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî bîlançoya ji aliyê erkdarên Malaçavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku têkildarî bomberdûmana duh pêk hat ku direngî şevê eşkere kir, herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de jî 7 zarok hene, nêzî 50 kes jî birîndar bûne.

Li gorî malaçavdêriyê bomberdûman ji aliyê balafirên Rûs û Sûriyeyê ve hatiye kirin, bi giştî 42 cih hatine bombekirin.

Artêşa Sûriye bi operasyonên ji meha Sibatê ve dayîn destpêkirin ji sedî 90’ê Rojhilatê Gûtayê ji komên îslamî rizgarkirine. Komên biçek ên li herêmê din jî di encama lihevkirinê de derbasî Îdlîbê bibûn.

Bomberdûmana li Dûmayê beriya 10 rojan hatibûn rawestandin.