'Li dijî tecrîdê îradeyeke xurt a siyasî nîne'

Hevserokê ELDH’ê Urko Aiartza got: “Ji bo girtiyên siyasî yên mîna Abdullah Ocalan kêmahiya mekanîzmayên pêkanînê yên xurt û kêmahiya îradeya siyasî heye ku van pêk bîne.”

URKO AIARTZA

Hevserokê ELDH’ê Urko Aiartza diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Quralên Nelson Mandela tên binpêkirin û anî ziman ku berteka saziyên navneteweyî yên mîna CPT’ê netêrker e, ev yek jî di dozên siyasî de têkildarî qabîliyetên parastina standartên mafên mirovan ên navneteweyî jî rê li ber fikaran vedike.

Di qada navneteweyî de zêdeyî 500 parêzer û saziyên hiqûqê 16’ê Îlonê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezareta Edaletê ya Tirk re nameyek şand. Di nameyê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 43 meh in ti agahî jê nayê wergirtin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ev yek derhiqûqî ye. Di nameyê de hate xwestin ku parêzerên ku serlêdan kirine biçin Îmraliyê û Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Ewropa ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Urko Aiartza bersiva pirsên ANF’ê da.

Weke hiqûqnasekî hûn pêkanînên li ser Birêz Abdullah Ocalan çawa şîrove dikin?

Şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan têde tê ragirtin, bi eşkere binpêkirina standartên mafên mirovan a navneteweyî ye. Parêzeran di 13 salan de (2011-2024) tenê 5 caran pê re hevdîtin kirine û ev yek di asta dawî de fikar dide mirov. Quralên Nelson Mandela ya NY’ê girîngiya peywendiyê ya di navbera girtî û nûnerên wan ên qanûnî de destnîşan dike; ev, ji bo muameleya adilane û pêkanîna parastinê, hêmanekî esas e. Her wiha demek dirêje di bin tecrîdê de ye, bi malbata xwe re hevdîtinê nake û qasî 43 mehan ti îspateke şênber nîne ku rewşa wî baş e. Ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî tê wateya muameleya êşkence yan jî zalimane, dermirovî û biçûkxistinê. Bi taybetî dema ku girîngiya siyasî ya Ocalan û helwesta dîrokî ya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî tê berçavgirtin, fikar dide. Rewşa Ocalan tê wateya binpêkirina mafê jiyanê ya ku bi peymanên mafên mirovan a navneteweyî hatiye ewlekirin, mafê peywendiya bi parêzeran re û mafê muameleya mirovî.

Gelo hûn helwesta CPT û saziyên navneteweyî yên mîna Konseya Ewropayê çawa dinirxînin?

Ev sazî ji bo şopandina şert û mercên girtîgehan û ferz bikin ku welat li gorî berpirsyariyên xwe yên navneteweyî tevbigerin, xwedî rolekî girîng in. Tîma hiqûqê ya Abdullah Ocalan ji raya giştî re eşkere kir ku 43 meh in nikarin hevdîtinê pê re bikin, ev yek têkildarî dem û bandora mudaxileya CPT’ê pirsên cidî diafirîne. CPT’ê berê serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê kiriye û rapor amade kirine ku qebûl dikin şert û merc bi pirsgirêk in. Lê belê ji ber ku di rewşê de guhertinek çênebûye, ev yek dide fikirandin ku van rêxistinan li ser rayedarên Tirk zext ferz nekirine. Hîn zêdetir, bêdengiya saziyên navneteweyî yan jî berteka wan a netêrker têkildarî parastina mafên girtiyên siyasî û tevgerîna li gorî standartên mafên mirovan, dikare weke neserketinekê bê şîrovekirin.

Gelo hûn difikirin ku Pîvanên Mandela tên pêkanîn, evane di şert û mercên roja me ya îro de têrker in?

Pîvanên Nelson Mandela weke standartek têkildarî muameleya li hemberî girtiyan hatiye qebûlkirin û bidestxistina mafê tibî, nûneriya qanûnî û qedexebûna tecrîda demdirêj û êşkenceyê jî di nav de, girîngiya muameleya mirovî destnîşan dike. Eşkere ye ku di rewşa Abdullah Ocalan de ev pîvan nayên pêkanîn. Astengiyên li hemberî peywendiya wî ya bi parêzer û malbatê re, fikarên têkildarî tenduristiya wî û çênekirina peywendiya demdirêj, nîşan dide ku Pîvanên Mandela bi sîstematîk tên binpêkirin.

Pîvanên Mandela her çendî nûneriya hêmanên xurt û berfireh dike jî, bi taybetî di aliyê siyasî de pêkanîna wê weke zehmetiyeke krîtîk dewam dike. Pîvan bi xwe, ji bo muameleya li hemberî girtiyan têkildarî diyarkirina standartên asgarî têrker e; lê belê pirsgirêk ew e ku ji bo girtiyên siyasî yên mîna Ocalan kêmahiya mekanîzmayên pêkanînê yên xurt û kêmahiya îradeya siyasî ya ku van pêk bîne, heye. Rêxistinên navneteweyî divê kapasîteya xwe ya ji bo van pîvanan bi rengekî bibandor pêk bînin, xurt bikin.