Ji ber ku li dijî êşkenceyê li ber xwe da, tê darizandin

Gardiyan, rêveberiya girtîgehê û bijîjkê girtîgehê bi rengekî sîstematîk êşkence li Emîr Karakûm dikin. Ji ber ku Karakûm li dijî êşkenceyê li ber xwe daye, derbarê wî de doz hate vekirin.

Kanûna 2021’an li Samsûnê di serdegirtina malê de Emîr Karakûm hate girtin. Niha jî ji ber ku li dijî êşkenceyên li girtîgehê li ber xwe daye, tê darizandin.

Karakûm ji ber ku ku tevlî daxuyaniyên ji bo girtiyên nexweş bûye, bi sûcdariyên ku çûye hevdîtinên girtîgehan û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 10 mehan girtî ma. Karakûm têkildarî tiştên ku di girtîgehê de bi serî wî hatî û pêvajoya dozê ji ANF’ê re axivî.

BI SERDEGIRTINA HUCREYÊ Û ÊŞKENCE

Piştî biryara girtinê, Karakûm şandin Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê. Êşkenceya destpêkê li vir li Karakûm hate kirin. Gelek caran bi ser qawîşa Karakûm de girtin û di hundirê qawîşê de rû bi rûyê êşkenceya fîzîkî û gotinî ya gardiyanan ma. Karakûm wiha qala wê pêvajoyê kir: “Di pêvajoya 25 rojî ya ku ez li vir mam de, 12 rojên destpêkê ji ber şewbê tiştek nekirin. Lê piştre dema ez birim qawîşê, her roj bi ser qawîşê de girtin û bi rengekî sîstematîk êşkence li min hat kirin. Gardiyanan li min xist, serê min gelek caran li dîwar hate xistin. Rêveberiya girtîgehê ev yek jî bes nedît û nameyên ku min derbarê êşkenceyê de ji malbata xwe re nivîsandibûn, sansur kir.”

Karakûm piştî Girtîgeha Tîpa T a Samsûnê, 31’ê Kanûna 2021’an sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hate kirin û li vir jî bi rengekî sîstematîk êşkence lê hate kirin. Di kêliya ku Karakûm hat girtîgehê de, êşkence destpê kir. Piştre Karakûm dest bi greva birçîbûnê kir û hate tahliyekirin.

‘HEWL DAN BI ZORÊ SIRÛDA ÎSTIKLAL BI MIN BIDIN XWENDIN’

Karakûm têkildarî tiştên ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê bi serî hatî, ev tişt gotin: “Li Girtîgeha Bafrayê êşkence ji kêliya destpêkê û vir ve, destpê kir. Dema ku ez ketim girtîgehê, di odeyeke mîna qutiyek sê metreyî de, êşkenceya lêgerîna tazî li min hate kirin. Piştre dema ku ez li benda kar û barên qeydê disekinîm, bi zorê ez di ‘amade be’ de hatim hiştin û hewl dan ku sirûda milî ya Tirk bi min bidin xwendin. Dema ku ez li dijî vê yekê derketim, gardiyanan êrîşî min kir. Ji ber ku min bi berzkirina dirûşmeyan bersiv da û li ber xwe da ku ez sirûdê nexwînim, piştî demekê ez hatim berdan. Beriya ku min bibin cihê ku ez lê dimînim, ez çûm revîrê lê tevî israrên min jî tenduristvan êşkenceyên min ji nedîtî ve hat. Heman rojê piştî êşkenceya ku li korîdorê hatî kirin, ez çûm revîrê û rastî bêcidiyeta bijîjkê saziyê Ferdî Arar hatim. Ji ber ku di odeya revîrê de nêzî 30 gardiyan hebûn, min got ku ez dixwazim gardiyan bên derxistin û li qadek girtî bêm tedawîkirin; bijîjkê saziyê Ferdî Arar got ku ew cara yekem e tiştek wiha dibihîze û bêcidiyeta wî dewam kir. Piştre 20 gardiyanên li cem Ferdî Arar qasî 10 deqeyan êşkence li min kirin. Ez ji ser hişê xwe çûm û min ji odeya revîrê derxistin. Ev yek di dîmenên kameraya nexweşxaneyê de ku ketine çapemeniyê, hene.”

‘ÊŞKENCE LI GIRTIYÊN EDLÎ JÎ DIHAT KIRIN’

Karakûm diyar kir ku li gitîgehê êşkence tenê li wî yan jî girtiyên siyasî nedihat kirin, li girtiyên edlî jî dihat kirin û ragihand ku 6’ê Nîsanê girtiyekî edlî yê nexweş û astengdar Batûhan Satik di hucereya xwe de ji aliyê gardiyanan ve êşkence lê hate kirin û ji ber ku nerazîbûn nîşanî vê yekê daye, zext lê hatiye kirin.

DARAZA TIRK JÎ ÊŞKENCE JI NEDÎTÎ VE HAT

Karakûm got ku gelek caran wî, malbat û parêzerên wî gilî kirine ku êşkence li wî hatiye kirin, lê tevî vê yekê jî dozger ew ji nedîtî ve hatiye. Karakûm wiha got: “Giliyên me ji nedîtî ve hatin, ti carî nehiştin ku ez bi dozger re hevdîtinê bikim. Piştî zextên ku li min hatin kirin, min dest bi greva birçîbûnê kir û piştî wê dozger qebûl kir ku hevdîtinê li gel min bike. Hîna çend meh mabûn ku ez derkevim dadgehê, di roja 113’emîn a greva birçîbûnê de ji ber nûçeyên êşkenceyê yên di çapemeniyê de derketine û ji ber dewama greva birçîbûnê ez hatim tahliyekirin.”

DOZÊN NÛ HATIN VEKIRIN

Piştî ku ji gitîgehê hate berdan, bi taybetî bersiva ti giliyên wî yên derbarê êşkenceyên li Girtîgeha Bafrayê de nehate dayîn. Vê carê rêveberiya girtîgehê, gardiyanan û bijîjk giliyê sûc li Karakûm kirin. Bi van giliyan derbarê Karakûm de dozên nû hatin vekirin. Karakûm wiha got: “Di giliyên hatine kirin de, hatibû diyarkirin ku min heqaret li gardiyanan kiriye û li ber xwe daye. Ji ber ku min li dijî êşkenceyê li ber xwe da, 4 dozên cuda derbarê min de hatin vekirin. Ji dervey vê jî, rûniştina dadgeha ku bûyî sedema girtina min û îfadeya du kesên li xwe mikur hatî jî têde ye, wê 11’ê Mijdarê pêk were. Ez li bendê bûm ku êşkencekar bên darizandin, lê min zanî ku ji ber min li dijî êşkenceyê li ber xwe daye ez ê werim darizandin. Ez ê hîna jî giliyê kesên ku êşkence li min kirine, bikim û ji bo ku ew ceza bistînin ez ê têbikoşim.”