Şande piştî serdanên li Silêmaniyê bi dawî kir daxuyanî da

Şandeya rojnamevanan a ku ji bo Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin lêkolîn bikin hatin Silêmaniyê daxwazên xwe eşkere kirin.

ŞANDEYA ROJNAMEVANAN

Şandeya rojnamevanên Ewropayê li ser banga ROJIN û Însiyatîfa Rojnamevanên Kurdistanê ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafira bêmirov hatin qetilkirin, hatin Silemaniyê. Şandeya ku ji rojnamevan Alice Magar, Emma Audrey, Dilêr Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Ziaei û Devrîm Alp pêk tê, 3 rojan li bajêr têkilî, hevdîtin û serdan pêk anîn. Şandeyê têkildarî çavdêrî û hevdîtinên xwe yên li bajêr li avahiya Rêxistina Parastin û Mafên Rojnamevanan METRO’yê daxuyanî da çapemeniyê.

Rêveberê METRO'yê Diyarî Mihemmed êrîşên li ser rojnamevanan şermezar kir. Mihemmed diyar kir ku rojnamevan xebateke girîng dimeşînin û li dijî êrîşên li ser rojnamevanan banga hevgirtin û têkoşînê kir.
Li ser navê şandeyê Hendrîn Faraj Mohamed ji ber derfetên ku dane wan spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên METRO'yê kir û wiha got: "Weke her kes dizane, ji ber berjerwendî û berfirehkirina polîtîkayên şer ên hêzên herêmî û cîhanî, bandor li gelek civakên cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kiriye. Ji ber vê rewşê bi taybetî civaka Kurd û hemû civak di xwegihandina agahî û wergirtina nûçeyên rast de zehmetî dikêşe, lê di heman demê de, zexta rejîmên totalîter li ser medyayê bi awayên cûr bi cûr zêde dibe. Li gorî daneyên rêxistinên rojnamevanî, bi taybetî Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nasnakin, gelek hikûmet bi zext, girtin, binçavkirin û kuştina rojnamevanan mafê xwegihandina agahiyan asteng dike û ji bo rojnamevaniya azad lawaz bike her tiştî dikin.”

Mohamed bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk û wiha dewam kir:

“Di 23’yê Tebaxa 2023’yan de dewleta Tirk li nêzî gundê Teparaşî yê navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên Kurd ên girêdayî şîrketa Chatr Media Production bi balafirên bêmirov û roketan hedef girt. Di encama vê êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û rojnamevan Rêbîn Bekir jî birîndar bû.”

Mohamed peymana li dijî Kurdan a dewleta Tirk a bi Iraqê re bi bîr xist û bal kişand ser êrîşan û vê peymanê. Mihemed rojnamevan Mîrza Mûrad Îbrahîm ê ji Çira FM'ê piştî vê peymanê di êrîşa 8'ê Tîrmehê de şehîd bû jî bi bîr xist.

Mohamed bal kişand ser lêkolînên saziyên serbixwe û wiha domand: "Li gorî daneyên IFJ'ê di sala 2024'an de 120 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê li cîhanê hatin qetilkirin. Di encama van polîtîkayan de, di 23'ê Tîrmehê de rayedarên Îranê cezayê darvekirinê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî birî."

Mohamed derbarê hevdîtinên xwe de jî wiha axivî: 
"Em ji bo zehmetiya rojnamevan û medyaya azad ên li Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ji bo bidawîkirina rewşa nîv-azad a li Silêmaniyê, me serdana Silêmaniyê kir. Gelek sazî, rêxistin, navend, sendîkayên ku mafên rojnamegvanan diparêzin û parêzgarê Waliyê Silêmeniyê re me hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de me li ser şehadeta rojnamevanan û êrîşên li ser rojnamevanan danûstendin kirin û ji bo lêkolînkirina dosyaya herdu şehîdan û çareserkirina pirsgirêkên rojnamevanan me gav avêtin. Şandeya me spasiya rêxistin, navend û sendîkayên ku bersiv dan daxwazên me dike.”

DAXWAZÊN ŞANDEYÊ

Mohamed li ser navê şandeyê ev daxwazên xwe bi raya giştî re parve kir:

“Divê ewlehiya rojnamevanan û şert û mercên guncav ji bo karê wan bê dabînkirin.

Divê mafê agahdarkirina raya giştî bêparastin.

Kesên ku rojnamevan kuştine bila bên cezakirin da ku em nebin şahidê kuştinên din ên wek Gulistan û Hêro.

Rojnamevan li ku bin û nêrîna wan çi dibe bila bibe, divê xwe weke malbatekê bibînin û bi hev re mafên xwe biparêzin û rastiyê bigihînin civakê."