Kevana Zêrîn Şoreş Semsûr bi bîr anî

Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a PAJK'ê ji hunermendên Awazê Çiya û Koma Amara Şoreş Semsûr (Devrîm Çoban) bi bîr anî.

ŞOREŞ SEMSÛR

Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn diyar kir ku şehîd Şoreş Semsûr bi hevrêtî, milîtanî û şoreşgeriya xwe li tevahiya Kurdistanê bûye mînaka hunermendiya jinê ya welatparêz.

Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn a PAJK'ê têkildarî gerîla ya hunermend Şoreş Semsûr (Devrîm Çoban) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Devrîm ji çiyayên Nemrûdê rabû û ji bo wateya navê xwe pêk bîne bi rê ket. Zanîbû ku tenê bi hişmendiya cewherî û azad a Kurdîtiyê dikare bersivê bide Nemrûdên Hemdem û nirxên xwe yên çandî bi tehma jiyanî ya hunerê jiya, da jiyîn. Xwe bi mîrateya dîrokî û çandî ya Komagene xemiland, ev yek bi meşa xwe ya gerîla ya li çiyê kir yek, di asta neteweyî de Kurdîtiyek û welatparêziyeke jinê ya şoreşger di kesayetiya xwe de afirand. Bû Devrîma me, bû Şoreş.

TEVLÎ KARÊN CIWANAN BÛ

Dema ku Ebû Muslum Dogan di 15'ê Sibata 2010'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî kir, Şoreş Semsûr xwendekara lîseyê bû. Bi vê çalakiyê rastiya şehîdên Kurdistanê û xeta fedaîtiyê baştir nas kir û jê bi bandor bû. Tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, ked da, têkoşiya û bû gel. Tevlîbûn û sekna xwe bi rengekî cuda bû, xwedî xwezayeke cuda bû. Di tevahiya jiyana xwe de li pêşberî çand û hunerê bû xwedî nêzîkatiyekê. Ji naskirina PKK'ê heta bi tevlîbûnê û bi watekirina vê tevlîbûnê, hewl da bi dînamîka çand û hunerê xwe îfade bike û jiyana xwe ya şoreşgerî bi vê hewldanê dewlemend kir.

Li zanîngehê ku beşa wêneyan dixwend, kete nava gelek nakokiyan, nêzîkatiya sîstema dewletê ya faşîst a li hunerê lêpirsîn kir. Bi çalakiya Ebû Muslum re lêgerîna xwe ya azadiyê kûr kir. Hunera xwe ya xwezayî bi pêş ve bir, tundiya li dijî jinan, gelê Kurd ê ku qirkirina çandî lê tê ferzkirin, şerê hebûnê û nirxên hatine afirandin kir wêne. Ji bo pênûs û firçeya xwe serbixwe be, zanîbû ku divê ruh û bedena wê jî azad be. Weke gerîlayeke jin a li çiyê, hewl da bi zimanê xwe yê çand û hunerê gelê xwe yê bê ziman û bê nasname hatiye hiştin bi rengekî radîkal û estetîk nîşan bide.

Ji sala 2016'an û pê ve tevlî karên Awazê Çiya û piştre jî Kevana Zêrîn ên TEV-ÇAND'ê bû. Di nava gerîla de weke dengê qedîfe yê Koma Amara dihate naskirin, hezkirin. Moral, motîvasyona xwe timî bilind bû. Di demeke kurt de ji aliyê muzîkê ve xwe bi pêş ve bir, stranên nû yên gerîla nivîsand, li dehan qadan di moralên gerîla de stran û sirûd ji hevrêyên xwe re got, bandor li her hevrêyên xwe kir. Xwe li pêşberî her karî berpirsyar dît, bi sekna xwe ya dilnizm û samîmî hevrêyên xwe li dora xwe civand. Tişta ku divê bê kirin bêyî bibêje dikir, bi înîsiyatîfeke rast û têrker dixebitî. Jiyana kolektîf bi rengekî cewherî bi wate kir û jiya. Ji kenê gerîlayeke jin heta bi hilberînera gerîla, heta portreyên hevalên şehîd gelek nirx û kêlî kir wêne. Bi dengê xwe yê qedîfe cudahiya van nirxên jiyanê da hîskirin.

SOZA DILSOZIYA BI BÎRANÎNAN

Li Navenda Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn di nava karên Koma Amara de tevlîbûna herî fedakarî kir. Stranên şoreşê ji şoreşê re xwend. Bi tevlîbûna xwe ya afirîner û bi aram bû mînakek. Em careke din dubare dikin em ê bibin şopdarên mîrateya Hozan Mizgînan, Delîla û Serhatan, em ê wate û karaktera ku Şoreş Semsûr tevlî karên çand û hunera jinê kir, mezin bikin. Bersiva 'Ya ku di vê jiyanê de min herî zêde kêfxweş dike kenê hevrêtiyê ye' ku wê li çiyayên Kurdistanê dabû pirsekê, wê ji bo me bibe hewldana jiyanê, em soza dilsoziya bi bîranînên wan re dubare dikin. Hevala Şoreş Semsûr bi hevrêtî, milîtanî, şoreşgeriya xwe bû mînaka hunermendiya jinê ya welatparêz a li tevahiya Kurdistanê."