Şandeya rojnamevanan serdanên xwe yên li Silêmaniyê temam kir

Serdanên şandeya rojnamegerên Ewropî ku ji bo rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Xêro Bahadîn hatibû Silêmaniyê bi serdana Kurdistanî News, KNN û NRT’ê bi dawî bûn.

ŞANDEYA ROJANEMAVAN

Şandeya rojnamevanên Ewropî, li ser bangawaziya ROJIN û Înîsiyatifa Rojnamegerên Kurdistanî ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Xêro Bahadîn ên ku li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, hat Siilêmaniyê û serdanên xwe domandin.
Şandeya ku ji rojnameger Alîce Magar, Emma Aûdrey, Dîler Akreyî, Hendrîn Faraj Mohamed, Jallan Ziaeî û Devrîm Alp pêk tê serdana weşana fermî ya YNK'ê Kurdistanî Newsê kir. Rayedarên Kurdistanî Newsê Kajal Ahmed, Cemal Arêz û Merwan Mesûd şande pêşwazî kirin û anîn ziman ku ji ber şehîdbûna Tara û Bahadîn gelek xemgîn in. Rayedaran bal kişand ser wê yekê ku dewleta Tirk gefan li aramî û ewlehiya Silêmaniyê dixwe û divê li dijî gefên êrîşan helwesteke hevpar bê nîşandan. Endamên şandeyê jî diyar kirin ku ew ê bibin şopdarê bûyerê û ji bo pêşîlêgirtina êrîşên bi rengî xebateke hevpar were birêvebirin.

Şande piştre derbasî televîzyona fermî ya Tevgera Goran KNN'ê bû. Rayedarên KNN’ê ji bo ewlehiya rojnamevanan banga helwesta hevpar kirin û piştgiriya xwe ya ji bo xebatên şandeyê nîşan dan. Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk ewlehiya tevahiya Kurdistanê tehdîd dike û ji bo dubarenebûna êrîşên bi vî rengî bal kişandin ser helwesta hevpar. Her wiha rayedarên KNN’ê ji bo komkirina agahiyên rojnamevanên şehîd pêşniyara xebatê kirin.
Şandeyê herî dawî serdana NRT'ê kir. Berpirsiyarê NRT'ê Çiya Hesen şande pêşwazî kir. Şandeyê helwesta NRT'ê ya li hember komkujiyê rexne kir. Çiya Hesen jî rexne qebûl kirin û diyar kir ku divê ragihandineke baştir were sazkirin.
Serdanên şandeyê yên li bajarî bi dawî bûn.