Daxuyaniya KCK'ê ya têkildarî Komkujiya Gar a Enqereyê: Hesab wê ji kujeran bê bipirsîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê komkujiya Gar a Enqereyê di salvegera 9'emîn de şermezar kir û diyar kir ku wê hesabê dîrokî ji hemû komkujî û kujeran bê pirsîn.

KOMKUJIYA GAR A ENQEREYÊ

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li qada Gar a Enqereyê êrîş li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê hate kirin û komkujiyeke mezin hate kirin. Em vê komkujiya hovane û derveyî mirovahiyê careke din şermezar dikin ku li dijî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd weke qirkirina herî mezin kete dîroka Tirkiyeyê. Kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin, di şexsê wan de şehîdên demokrasiyê û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza ku me dane şehîdan nû dikin. Ji birîndaran û xizmên hêja yên kesên jiyana xwe ji dest dane silav û hurmetên xwe pêşkêş dikin. Bi deh hezaran kesên ku wê rojê daketin wê qadê, daxwaza aştî, azadî û biratiyê kirin. Bicihanîna vê armanca wan, pêkanîna jiyana hevpar a aza a gelan ji bo me berpirsyariya herî bingehîn a dîrokî ye. Bi têkoşîna hevpar a yekbûyî ya gelan ev armanc wê teqez pêk were. Komkujiya Gar a Enqereyê komkujiya herî mezin a rêze êrîşên rejîma AKP-MHP'ê ye ku bi nav û destê DAÎŞ'ê hate kirin. Mîna ku di komkujiyên din de hate kirin, bi komkujiya Gar a Enqereyê re êrîş li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, yekbûna gelan û daxwaza jiyana hevpar û wekhev hate kirin. Fikir û rêbazên çareseriyê yên Rêber Apo hêz da hêzên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz, tifaqa demokratîk a navbera gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xurt kir û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, di serî de pirsgirêka Kurd ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên demokratîk, bingeha çareseriyê afirand. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê ku xwedî mejiyekî talanker, qirker, paşverû, nijadperest û faşîst e, ji bo pêşî li vê rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn bigire, konsepta qirkirinê û êrîşê ya berê amade kiribû û navê 'Plana Çokdanînê' lê kiribû, li hemberî azadî, demokrasî û çareseriyê xist meriyetê. Komkujiya Gar a Enqereyê li ser bingeha vê konsepta qirkirin û êrîşê hate kirin. Tifaqa desthilatdariya AKP-MHP'ê û DAÎŞ'ê jî di vê çarçoveyê de bû.

Li gelek deverên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn di komkujî û êrîşan de DAÎŞ û rêxistinên bi mejiyê DAÎŞ'ê ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP ve weke hêza lêdanê hatin bikaranîn. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi rêya vê yekê xwest xeyala xwe ya ne Osmanî ya qirker, talanker û paşverû pêk bîne. Lê belê ji ber ku DAÎŞ bi têkoşîna demokratîk a yekbûyî ya gelan hate têkbirin, ev plana desthilatdariya AKP-MHP'ê jî bi cih nehat, bi ser neket. Têkçûna desthialtdariya AKP-MHP'ê û krîza kûr a ku ketiye nav, ji ber vê rewşê ye. Hewldana şefê faşîst Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li pêşberî bûyerên li Rojhilata Navîn dixwaze atmosferekê biafirîne û weke nerazî nîşan bide, pêwendiya xwe bi vê yekê ve heye. Piştî ku bi plana DAÎŞ'ê nekarî armanca xwe ya neo Osmanî pêk bîne û nekarî veguhere hêza serwer a sereke li Rojhilata Navîn, kete nava helwesteke welê ku pirsgirêkên navbera Îsraîl, Ereb, Îran û dewletên din kûr bike, şer sor bike û belav bike. Bi rêya kûrkirina şerê li Rojhilata Navîn û belavkirina vî şerî dixwaze xwe bigihîne armanca xwe ya hegemonîk û belavker. Berevajî îdîayên ku dike ne li dijî qirkirina gelan e, ne jî li dijî komkujiyên Îsraîlê ye. Di serî de Komkujiya Gar a 10'ê Cotmehê, hemû komkujî, şer, polîtîkaya qirkirin û tecrîdê ya ku desthilatdariya AKP-MHP'ê kiriye, hemû vê rastiyê radixin pêş çavan.

Di salvegera 9'emîn de em vê komkujiya namerdane careke din şermezar dikin û diyar dikin ku em ê hesabê dîrokî ji hemû komkujiyan û komkujeran bipirsin. Li ser vê bingehê, em bang li gelan, hêzên demokratîk, sosyalîst, azadîxwaz hemûyan dikin ku li ser bingeha stratejiya têkoşîna hevpar a yekbûyî yekîtiyê hîn xurt bikin û têkoşînê mezin bikin."