Komplo li Mexmûrê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi meşekê hate şermezarkirin.

ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Memxûr) Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî despêkirin, bi meşek girseyî şermezar kirin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi kombûna xwendevan û xelkê wargehê destpê kir û heta Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê berdewam kir.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kes nikara Roja me tarî bike’  û ‘Bimire xiyanet’ hatin qêrîn. Her wiha dovîzên li ser ‘Têkbirina Komploya 9’ê Cotmehê mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.

Piştî meş li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê rawestiya, li wir ji aliyên Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî ve axaftinek li ser wateya rojê hat kirin.

Elî Bilehî di destpêka axaftina xwe de komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Ocalan hatî pêkanîn, bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Ev 26 salin hêzên hegemon, hêzên dagirker û gladyo NATO’yê li dijî Rêbertiya me komployek navneteweyî pêkanîn. Bê gûman hêzên desthilatdar yên ku dixwestin dizayînekê nû di Rojhilata Navîn de bidin çêkirin, komkujî û qirkirin pêkanîn. Li hemberî van planên wan Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiya kir. Ev têkoşîn li pêşiya daxwazên wan bû asteng. Ji bo ku vê astengiyê ji pêşiya xwe rakin, li dijî Rêbertî komployek Navneteweyî dan destpê kirin. Ji bo ku komplo negihe armanca xwe xwendevan, rêheval û şoreşgerên Rêbertî bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ dest bi çalakiyan kirin û komploya 9’ê Cotmehê vala derxistin. Li hemberê komplogeran, dagirker û xiyaneta navxweyî Rêber Apo soza berxwedanê da.”

Elî Bilehî di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî hêzên dagirker û komploger rabin ser xwe û wiha peyîvî: “Têkoşînek bê hempa ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin, lê em nikarin bibêjin ev hewldan têrkere. Ji ber ku hîn azadiya fîzîk ya Rêber Apo mîsoger ne bûye. Ji bo wê jî pêwîste em bi hemû hêz û keda xwe têkoşînê bikin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Kes nikara Roja me tarî bike’ bi dawî bû.