BI DÎMEN

Komplo li Baskê hate şermezarkirin: Azadî ji Abdullah Ocalan re

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya li welatê Baskê (ELA) komploya navneteweyî şermezar kir û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam da.

ŞERMEZARKIRINA KOMPLOYÊ

Sendîkaya Piştevaniya bi Karkeran re ya welatê Baskê (ELA) li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist.

Çalakî li Zumarraga ya li Gipuzkoayê pêk hat û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd peyam hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ocalan ji sala 1999'an û vir ve di bin tecrîdeke giran de ye û bi navê ELA'yê di vê dema krîtîk de kiryarên neqanûnî û tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi sendîka, rêxistinên siyasî û civakî yên li tevahiya cîhanê re em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin."