Li dijî çeteyên dagirker çalakiyek hate lidarxistin

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê diyar kir ku wan li başûrê Îdlîbê li dijî çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine û li vê derê 2 çete kuştine.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê dîmenên çalakiya li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker belav kir.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê têkildarî çalakiyê ev tişt got:

“Hêzên me di 12’ê Tîrmehê de li dijî çeteyên Feyleq El Şam çalakiyek li dar xistine û wesayîta çeteyan îmha kirine. Di vê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin. Ev çeteyên ku hatine kuştin li Efrînê mal talan dikirin û heqaret li gel dikirin. Hêzên me wesayîta van çeteyan kirine hedef û çeteyên bi navê Yasir El Elî û Temam Xalid Seîd kuştine.

Li diji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê em ê li Cerablûs, Ezaz, Bab, Îdlîb û Efrînê bin. Em sozê didin ku em ê hesabê dagirkeriya Efrînê bipirsin. Efrîn, sebir bike.”