Li Dêrikê di êrîşê de 3 şervan şehîd bûn

Hate ragihandin ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li Dêrikê bi SÎHA li hemberî 4 wesayitan pêk anî, sê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî şehîd bûne.

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarokê Xana Serî û gundê Wanikê êrîş bir ser çar wesayitan.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, di van êrîşan de ji Hêzên Sotoro 3 şervan şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin şervan Şerbêl Neîm Salîba, Cemîl Hena Hena û Mizefar Mihemed Mihemed şehîd bûne.

Meclîsa Leşkerî diyar kir ku şervanên wan Corc Şîmo Yuhena û Danî Semîr Xelef jî birîndar bûne.