Li Dêra Zorê êrîşa hewayî: Herî kêm 26 DAIŞ’î mirin

Di êrîşa hewayî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li Dêra Zorê ya dikeve rojhilatê Sûriyeyê de herî kêm 26 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Mala Çavdariya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li derdorî bajarokê Sûsa ya nêzî sînorê Iraqê li dijî çetyeên DAIŞ’ê êrîşekî hewayî pêk hatiye. Mala Çavdêriyê, diyar kir ku nizanin bê ka êrîş ji aliyê hêzên hewayî ya Iraqê yan jî koalîsyona navneteweyî ve hatiye kirin.

Mala Çavdêriyê bibîr xist ku di êrîşê de herî kêm 26 çete hatine kuştin, di bîlançoya beriya niha de jî ragihandibû ku 28 sivîl hatibûn kuştin.

GENERALÊ FRANSÎ: DI NAVA ÇEND HEFTEYAN DE WÊ DAIŞ TÊK BIÇE

Li aliyê din general Frederîc Parîsot ê nûnerê Fransa yê di koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de anî ziman ku wê di nava çend hefteyan de DAIŞ li rojhilatê Sûriyeyê weke hêza leşkerî nemîne.

Parîsot got: “Du cihên biçûk mene û ez dikarim bi awayekî vekirî bêjim di nava çend hefteyan de, bi opersyonên li dijî DAIŞ’ê wê ti herêm nemîne di bin kontrola wê de. Şerê li navîna Firatê wê heta dawiya havînê bi dawî bibe.”