Li Cindirêsê şer giran e
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û arttêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balefirên şer navenda navçeyê û derdora wê bi helîkopterên tîpa kobra bombebaran dike.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û arttêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Balefirên şer navenda navçeyê û derdora wê bi helîkopterên tîpa kobra bombebaran dike.
Êrîşên bi armanca dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê didomin. Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.
Êrîşên hewayî yên bi balefir û helîkopteran li dijî navçeyê jî didomin.
Artêşa Tirk a dagirker îro di êrîşa li dijî gundê Mîska Jorin ya navçeya Cindirêsê de 4 sivîl qetil kirîbû.
Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de heta niha zêdetirî 200 sivîl hatine qetilkirin. Balefirên şer û helîkopter bê navber ji bo durxisitina gel ji herêmên berxwedanê bombeyan li ser wan dibarîne.