Cenazeyê şehîdan li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Erdal Amed û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mûstefa li Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin. Di merasîmê de nasnemeya 2 şehîdan jî hate eşkerekirin.

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mustefa û şervanê QSD'ê Fewaz Kort (Erdal Amed) ên ku dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

Di merasîmê de Rabîha Abdulezîz Xelîl û hevserê wê Mihemed ên ku dema erka xwe li dibistaneke bajarê Girê Spî pêk dianîn di êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bibûn, hatin bi bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Van şehîdan ji bo parastina mirovahî, azadiya gelan û nirxên exlaqî canê xwe feda kirine." Îsmet soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê mamsote Rîhan Elî jî axivî û got: "Bi saya keda van şehîdan em azad bûne û di nava aştiyê de dijîn.Em ê xeta şehîdan bişopînin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi diruşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.